Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Piþtî narincokên li Umranîyê, vê carê li Bûrsayê cebilxane derket

 

Memo Germiyanoglu- 25/06/07-Bûrsa-

Mihemedcikên terorîst di nava keftelefteke wisan mezin û giran de ne hema bêje hemû bajar û gundên Tirkiyê kirine cebilxaneya leþkerîya terorîstane û haziriya xwe dikin ku ew jî derkevin çiyê û dest bi þerê çekdarî bikin. Yanî dixwazin di nava Tirkiyeya Leþkerî de Tirkiyeya Teroristî avabikin.

Piþtî ku Daniþtayê bi biryareke lezgîn xwest polîs bavîjin ser mala Mihemedcikê malþîn, xebera ku çeteyên wisa li hemû deverên Tirkiyê hene hat ragîhandin.

   Gava Mehmedcikekî li Stenbolê zêrker þêland û hate girtin, li Bursayê jî di maleke qaþo kargeh bû de qalibên TNT, madeyên teqemeniyê, fitîlên teqandinê, bûjenên ku dengê telefonan dibirin, hatin gitin. Di vê bûyerê de tenê jineke bi navê A.E hatiye girtin û peyitandine ku têkiliya wê ya lotikwarî bi M.Þ re heye ku piþtre li Stenbolê hatiye girtin.

Çawa ku çeteya ATABEGê kiriye, van leþkerên terorîst  jî gelek mal û cihên kar ji xwe re kirine cebilxane. Lê belê dadgehê qaþo yekparêziya axa welêt daye ber çavan,qedexe kiriye ku çapemenî li serê raweste.

   Li gor talîmata Sawciyê dewletê, gava li Stenbolê jî lêgerîn kirine, gelek teqemenî û dokuman girtine. Jinika bi navê A.E jî anîne Stenbolê dane ber pirs û lotikan.

   De îcar ka em binerin terora Mihemedcikan li ku zer bûye, li ku der bûye û wê here di ku de jî biteqe. Lê heger biteqe Xwedê bikim bibin piçik û parî rebbî!