Lotikxane

 

 

Cercûro

 

 

 Ar ji kesê nezan re bar e

 

 

DTP þehîd ket, bijî BDP!

 

Êdî em hînî girtin û vekirina partîyan bûne. Her serê çend salan emê di partîyekê de germ bibin, bibin pizot û hew we dît partîya me hat girtin û ciyerek ava cemidî bi ser serê me dabû û tirr di me de bûn fis.  Ez dibêjim girtin û vekirina partîyan jî bûye mode we go çi? Ê helbet canim, em Kurd jî xwe li gora dinya global dihejînin û didin lotikan. Her ku partîyek me bêhn pê ket û sînor derbas kir, emê dest bi govendek nuh bikin û tê de germ û nerm bibin.

 

Werhasil, hinekan bi xêra dê û bavê xwe partîya me DTP dan girtin û dîsa kabên xwe avêtin. Lê çi hikmet be kabên wan tim „çik û mîr“ tên, qedera girtin û vekirina partîyên me di navbera herdu lêvên wan de ye û em rebenên xwedê jî wek hespên Bahman Gobadî pê serxweþ dibin.

 

Axir, DTP hat girtin, yan jî dan girtin. Di Þûna DTP de BDP qûça xwe çikand û emê ji îro û pê ve bi BDP rabin û rûnên.

 

De xwedê xêr bike û li ser xêrê be. Aqûbet li HAK-PAR û KADEPê be rebbî. Kurê ciwamêran bi girtin û vekirina partîyan jî rojevê diafirînin û pê siyaseta xwe dikin. Lê ev malnemîratên HAK-PAR û KADEPê rojekê nafikirin û nabêjin „de ka em jî partîya xwe bidin girtin, bela xelk behsa me jî bike babam, ma betalî bi kêrî çi tê law“ û xwe nagindirînin.

 

Yaw qardaþim, hûn jî bidin dû moda girtin û vekirinê baba, wey! Ma bi tirr û fisan îþ dimeþe, wî!

 

Mode babam mode… Îro siyaset li gora modê bi pêþ dikeve cîgerlerim.

 

Werhasilî kelam, DTP þehîd ket, bijî BDP û hûn sax….

 

18.12.2009- Mêrdîn

 

 

 

 

Hay ji qûna xwe hebin gelî zilaman!

 

Wê rojê ji bo serdanekê ez hatim bajarê Edenê. Ez ji otobûsê daketim, min bahola xwe da destê xwe û meþiyam. Yabo hatina min li min bû quzilqurt û kerafî.

 

Ez di nava sûkê de bi rê ve diçûm, hew min dît agir bi qûna min ket û þewitî. Min dît jinikekê derzî di qûna min rakir û reviya. Bi ellawekîl þûna derzîya wê di qûna min de sor bû, ji lotika kerekê zêdetir êþiya.

 

Werhasil, min mesele nizanîbû. Tu nabê wê rojê endamên Weqfa Sitara Jinan (Mor Çatý Kadýn Sýðýnaðý Vakfý) çalakîyek li dijî zilaman li dar xistine û derzîya di qûna zilaman de radikin.

 

Xwedêgiravî ev çalakî ji bo piþtgirîya þiddeta li dijî jinan hatibû lidarxistin û bawer bikin wê rojê qûn li zilaman qetandin, zilamê ku derzî di qûna wî de ranekirin nemabûn.

 

Axir, bi sê telaqên jinberdanê, heta ez ji Edenê vegeriyan Mêrdînê jî þûna derzîya wan kezîkuran diþewitî û qûna min wek zotika mirîþkê sor bûbû.

 

Îcar hay ji xwe û jinên vê heyamê hebin gelî xwendevanan. Ê min þensê min hebû û tenê derzî di qûna min rakirin. Lê dibe ku hûn wek min ne xwedî þens û siûd bin, belkî þûjin, kêr û meqes bibin qismetê qûna we ellawekîl..

 

De hûn û þensê xwe li hev û hew….

 

23.11.2009

 

 

 

 

 

Cemîlê qûnek Mêrdînîyan hînî tirr û fisan dike

 

Cercûro-09/06/09-Mêrdîn- Cemîl Îpekçîyê Tirk hem homoseksuel (qûnek) e û hem jî modesaz e. Yanî modecî ye lo. Îcar qûneko bajarê Mêrdînê ji xwe re kiriye mesken û dixwaze me Mêrdînîyan hînî tirr û fisan bike.

 

Axir, Cemîlo niha dixwaze ji Mêrdînê “top modelan – mankenan” derxe û yanî qaþo medenîyetê bîne nav Mêrdînîyên mewîjxur. Mode kuro, Mêrdînî û mode ha!

 

Lê ez bi serê Cemîl Îpekçî kim, tirsa min ne ji modê ye. Tirsa min ew e ku ev qûnek Mêrdînîyan jî bi xwe re qûnek bike û zilamên me doxînê li hevdu sist bikin ha. Ma ji xwe Tirkê ku bê Kurdistanê her ne ji bo xêrê tê. Yan ji bo asîmîlasyona Kurdan tê, yan ji bo qûnekkirna wan tê û yan jî ji bo xesandina wan tê. Kesî dîtiye ku Tirkek ji bo xêra Kurdan hatibe Kurdistanê? Bawer nakim.

 

Werhasil, gerçî ev Mêrdînîyên me jî pir germik û nermik in qerdeþim. Hema kî ji wan re bê merheba, hew we dît bûn destebrakên wan û ketin ber lotik û zîtirkan.

 

Law ma hûn nabêjin ev qûnekê Cemîlo çima hatiye nava we babam? Law hatiye civaka me tirrek bike oxlim tirrrrreekkkkkkkkk...!

 

 

 

 

Ma em ji Eyþika Ereb in Reþo?

 

Cercûro- 30/05/09- Mêrdînê- Law herkes li ber a xwe ye ha, Bi sê telaqan kes dostê kesî tune lo. Berjewendîya kê li ku û di kê de hebe, hema qûna wî yan wê dalêsin û zîtirkan davêjin.

 

Li ser bextê reþik, mêrkuj û kokaînfiroþên Amerîkayê be, dibêjin serokê Filistînê Mahmûd Abbas çûye Qesra Spî cem Reþo û pê re qehweyek tehl vexwariye. Di hevdîtin û lotikên herduwan de Reþo gotiye:“Jina min ji min berdayî be ez dixwazim dewleta Filistînê bê damezrandin“ filan û fîstan.

 

Ê helbet Mahmûdo jî kêfa xwe anîye û gotiye:“Þam dûr e ma miþar jî dûr e oxlim hi? Madem wilo ye, de rabe telefonî wan Israîlîyan bike û bêje bela zîtirkên beredayî navêjin Filistînîyan ha“ û ling avêtiye ser ling.

 

Werhasil, ji min re hêç e kî dixe kê û kî ji kê derdixe.

 

Lê law Reþo, tu dewletê ji Filistînîyên qûnreþ re dixwazi, ma em Kurd ji Eyþika Ereb in oxlim? Yan em ne insan in? Yan em ne misilman in? Yan em ne millet in?

 

Ûlan cîgerim, hema carekê jî bêje „Ez Kurdistanek serbixwe dixwazim“ ma wê li talanê te keve law, wey!

 

 

 

 

Qetlîama Kertê dewletê kir lê bi ser neket

 

Cercûro- 05/05/09-Mêrdîn- Birastî ez nizanim çawa bêjim û çi xwelîyê li serê xwe bikim. Doh êvarî hinek qûnekan 44-45 Kurd wek mirîþkan kujtin û nalet li 101 bavê xwe anîn. 45 Kurd law? 45 insan, dê û bav, jin û zarok! Ma îcar ev ne heywantî be, ne kerîtî be, ne wehþet be çiye ji bo xwedê? Hem jî pismamên hev haaa, hem jî yek malbat, yek ezbet û yek xwîn. Wey tifûûûûûûû li serê me Kurdan û hinek adetên me be û hew! Law ma reþikên Efrîkayê jî vî gûyî dixwin wey min di aqilê we kirino!

 

Axir, dibêjin çend kesên cerdevanên gundê Kertê yê Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, girtine ser pismamên xwe malbata Çelebî û di nîþana keça wan de li ser wan reþandine, qûn li pismamên xwe qetandine û bi dehan zarok sêwî, bê kes û kûs li ber dîwaran hiþtine. Çima? Xwedêgiravî berî bi 20 salan li ser mesela zevîyekê dijminatîya hevdu kirine, ev dijminatî dewam kiriye û heta bi îro hatiye. Tam di nîþana keça Cemîl Çelebî de, Çelebîyên din rahiþtine keleþkofên xwe û gotine:“Hernêêêêêêê, di jina sed bavê van dijminanin, wan filan salê zevîya me ji xwe re biribû, ma ev çend û çend ji wan re oxlimmmmmmm“ û fermana pismamên xwe rakirine.

 

Lê rastîya meselê çiye hûn zanin gelî xwendevanan?

 

Rastîya meselê Osman Çelebî (46 salî) dibêje.

 

Beþîr Atalay jê pirsîye: Mesele çawa bû, sedem çibû?

 

Osman Çelebî: Wezîrê min, bi ellawekîl tu pirsgirêk tunebû.  Herkesê li vî gundî zane ku di navbera me de tu pirsgirêk tunebûn. Ev zarokên xuþka min in (kesên hatine girtin) . Armanca wan ev bû ku me ji holê rakin û qetlîamê têxin stuyê rêxistina terorê (PKK). Lê xwedê ji wan re nehiþt û hertiþt eþkere bû. Xwarzîyek min reviya û xilas bû.

 

Sevgi Çelebî

Hûn dibînin bê dewleta virqo dixwaze çawa Kurdan bi Kurdan bide kujtin newilo gelî xwendevanan?

 

Welhasil, lê çi bû li serê melayê Tirk Mela Kazim Ozan bû. Rebenê Kazim Ozan ê 24 salî, zanîngeha îlahîyatê qedandibû û hatibû li vê herêmê melatî dikir. Û doh? Doh gava li pêþîya xelkê gund nimêj dikir û wê rebeno piþtî 15 rojana vegeriya Enqerê nav malbata xwe, ket ber lotikên keleþkofan û Kurdan serê rebenê melayê Tirk jî xwar, ew þandin axretê.

 

Ez serê we neêþînim, malbata Çelebî qûþ li hev qetand û xwelîya heft gundan li serê me Kurdan kir. Ma kes nabêje wille ew cerdevan in yan heywan in. Wê çi bêjin? Wê bêjin:“Yabo ma ne Kurd in wey!?“ û em Kurd bi vê qûnektîya wan biþewitin. Yan na?

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Mela Kazim Oz (Tirkê Beypazari ya Enqerê)

 

 

 

 

Wî jî lotikek li Ocalan xist

 

 

Cercûro- 21/10/08- Izmîr- Lotikvanê Kurd Umît Firat ji zûde serokê PKK A.Ocalan nedabû ber lotik û pehînan. Lê qey sebra wî nehatiye, gotiye “de tiþtek ji rûniþtinê dernakeve” û rabûye di kovara Tempo de dest bi lotikan kiriye. Umît Firatê me rabûye behsa serhildanan kiriye, anîye bi lotikên PKK ve girêdaye û piþtre jî pelûla mezin bi serê Ocalan de rijandiye.

 

Welhasil, cîgerim gotiye: “Bi sê telaqan, li ser bextê kerê min be, piþtî evqas êþ û eleman wê Ocalan nikaribe bi serbestî destê xwe bihejîne, li kolanan volta bavêje û tizbîya xwe bihejîne. Xwezî Ocalan jî wek wekîlekî têketa meclîsa dewleta virqo û lotik bavêtina. Wê gavê wê qumaþê wî derketa mazatê û wê xelkê bizanîba bê Ocalan kesekî çawa ye. Gava xelkê bidîta ku Ocalan jî wek wan insanek normal e, birçî dibe, dixwe û vedixwe, wê ew nekirina qehreman û evê jî bibûya fîasko ellawekîl” û beþiþîye (di bin simbêlan re kenyaye).

 

Axir, xuyaye serokê Kurdên “sererd û binerd” A.Ocalan bûye wek golkê beþ. Heçê radibe poþekê li rebeno dixe û wî dike zilamê filankes û bêvankes.

 

Ê qerdeþim, bi sedan dewletên mîna Tirkiyê zilamtî û xulamtîya Amerîkayê dikin, ma rebeno zilamtîya filankes, bêvankes yan Ergenekonê bike qebhetek mezin e, wîî! Ma kesek bê zilamtî û alîkarîya Xelo û Celo kare Konfederalîzma Dinyayê ava bike cîgerlerim, waweylê! Ma îþê zaroka ye qerdeþim, ma ne pere jêre divên, çek divên, savar û burxul divê, nîsk û kizin divên, ma wê evqas tiþt ji ku bên?

 

Yaw dînime îmanime em Kurd ecêb in yaw, hella hellaaaa ya siphanella!