Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

Çerkezan jî dest bi zîtirkan kir

Çerkezê Kurd- 06/01/09- Stenbol- Baþ xerab TRT6 qûn li Tirkan qetand û ji niha de li serê wan bû bela. Kurd ne bes bûn, îcar Çerkezên me jî dest bi zîtirkan kir û di TRT6ê de doza weþana bi zimanê Çerkezî kirin. Hûnê bibînin, wê niha wilo bînin serê TRT6ê ku Kurdî bibe zimanê herî dawî û bê qîmet.

Îro Çerkezan di TRT6 de doza weþana bi Çerkezî kirin, sibê wê Laz, Arnawût, Bosnayî, Abaz, Romen, Ereb, Suryanî, Ermenî û hetta ker û bergîlên kolanên Tirkiyê jî doza weþana bi zimanê xwe li TRT6ê bikin. Bawer bikin heger TRT6 cîh bide van lotikvanan, wê qûþ li Kurdî biqete û belkî rojê seetek weþan jî bi destê Kurdan nekeve.

Welhasil, balkêþe ku kesek doza TRT7, 8 yan 9 nake. Herkes dixwaze di TRT6ê de lotik û zîtirkan bidin xwe. Lê çima TRT6? Ji bo ku cîh û sînor li weþana Kurdî teng bikin. Yan na çima doza qanalek din nakin qerdeþim, wîî!

Law Çerkezno, oxlim, dev ji me û kanala me TRT6 berdin cîgerlerim. Doza TRT7 bikin, doza TRT8-9-10 bikin. Lê xwe nêzîkî TRTka me nekin û lotikên me li me nekin jehr û ziqûm. We fêhm kir newilo?