|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
Evîn û Xeyal!
Cevat Ozcanan / Yuksekova Haber
Hêst û ramanên me, jî alîyeki dûnê heta alîyê dîn dûr û dirêj dibin...
carna dibin xem, carna þadî, carna keser û dilkovanî, carna xerîbî û xemgînî û ên dîn...
carna jî, ji wan re hemûyan tenê sedemek hedibe û ev tim ji ber vê sedemê çidibin...
evîn...
xem û keser, þadî û peroþandin û hê gelek histên dîn yên bi coþ çêdike evîn;
gelo evîn çîye ku ev qas ronahîyê û tarîyê, germahîyê û sirê çêdike?
Evîn çîye û kîye û li kû derêye? Kî dizane bersîva van pirsan?
Tu kes...
Lê belê em tiþtekî baþ dizanin;
evîn jîyane...
evîn hêvî û þadîya dildarane...
evîn jîyane...
Bi taybetî jî evîneke bi xeyalan re dijî; sedema hemû demsalên nava dilê me de ye.
Demên evîneke bi xeyal û hêvî peyda dibe ; di van deman de hestên bi coþ diherikin di nava dilê me de...
û kî dizane ka evîn bi dawîye an bê dawîye?
ji min re evîn, bi xeyalan re peyda dibe û bi dawîbûna xeyalan re jî winda dibe...
jîyana me jî, bidomandina xeyalan re ye...
ji ber wê hindê,
Ji ve re xeyalek; xeyalekî bi navê Kurdê....
ku evîn bi dawî nebe! ku jîyan her hebe...
Kurdê!
bibe lotke dem û jîyan,
li ser deryayekî bê dawî.
min bêrik bikiþînaba ber bi herikinê ve
tu li hemberê min
û sitranin evînê li ser zimanê min
hemû cîh derya û asîman
hemû cîh evîn û tu.
gonîbikim behra þîn bi çawên te yên kesk
xemze bî xemze pêl bide rûyê te
û winda bibim di nava keskayîya çawên te de
bibiþkin lêvên te
û raveste dem û jîn li ser lêvên te
biguhere rengê demê
behn bide mîna xemrê û xemrî bibe dem û jîn
dem bibe evîn, helbest û sitran
û biherike...
hemû cîh, hemû kes û keseyat
hemû gîyandar ravestin!
gonîbibe roj bi rengê çawên te
tenê heyw biriqe
û tenê xale di nava çawên te de
û ji jor yezdan,
bi te re biaxifin ji ber xwe
û bangbikin bi te re;
ey evîn!
ey Kurdê!
stêr hembêzbikin tarîyê
û tarî, xwe li rûyê te bide
peyre ez...
tenê ez hebim di nava tarîyê de
û yek jî bi tama mey
û bi navê helbestan;
tu!
û ewrek bidîta rûyê te
dilop dilop bibarîba bi navê te
û evîna xwe bibarînaba li ser me
her dilop ku dikeve nava behrê,
biba behreke nû û pêleke xurt
û peyre tijî biba lotke bi evînê
tarî û tarîstan em hembêz bikira bi sira seqemî.
peyre þîyarbiban,
di berbanga sibehî de;
a ku bi tîrojên rojê germ dibe
a ku ez hembêzkirima bi germahîya destên te...
hê min tu wîndanekirî Kurdê;
ez wînda bibam...
tenê tu mayîba di nava tarîyê de
yek jî helbestên tenêtîye li ser zimanê te
hê min tu windanekirî;
ez winda bibam...
winda bibam di kûrahîya dilê te de ey Kurdê!
Yuksekova Haber