Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Dev ji koka Kurdan berde ewladim, bide dû koka heywana!

 

 

Baytarê Lotikxanê-27/12/07- Dibêjin: “Heçê ji qûna xwe þil in, tim ji xwe bi þik û goman in”. Îcar xuyaye ev jî mesela me û Tirkan e. Tirkên ku ji sedî 90ê wan doþirme, melez û heramzade ne, ji ber ku ji qûna xwe þil in, ji koka xwe bi þik û goman in, îcar hema çi dibînin dikin Tirk û dixwazin ji xwe re binyatekê ava bikin. Ji lêkolînerên wan bigrin heta bi nexwendayên wan bi heman zimanî dizirin û dikin zûrezûr. Meselen sayin qûnek lêkolîner Cezmî Yurtsever!

 

Cezmî Yurtsever efendî jî wek Serokê Sazîya Dîroka Tirkiyê Hacaloglû daye dû koka Kurdan û bi delîl û belgeyên sexte qaþo dixwaze koka Kurdan bi Tirkan ve girêde. Yurtsever efendî li ser piranîya kesên ku dibêjin “em Kurd im” serê xwe êþandiye û helke helk pêketiye. Ji koka Hulda Avþarê bigrin heta bi koka Yaþar Kemal daye ber xwe û weke ku ji xwe re tiþtekî nû afirandibe dibêje:”Aha, jina min ji min berdayî be Hulya Avþar, Yaþar Kemal û çi kesê ku dibêjin em Kurd in, hemi bi koka xwe ji eþîra Turkmenan e û derhemek Kurdayetî bi wan re tuneye”.  

 

Cezmî Yurtseverê ku berî bi demekê “keþifkirina Emerîkayê” jî kiribû para Tirkan û sûnd xwaribû ku Emerîkî jî Tirk in, dev ji livîna jina xwe jî berdaye û Tirkkirina Kurdan ji xwe re kiriye kar. Qûneko wilo lê hatiye ku; Kurd jêre bûne wek kabûsa xewnên þeva, nema lê radibe û hew kare lotikekê li jina xwe jî xe, ji mêranî ketiye.

 

Lan ewladim, sayin Cezmî efendî, dev ji koka Kurdan berde oxlim!

 

Dev ji insanan berde, bide dû koka heywana û biner bê kîjan heywan bi koka xwe Tirk in! Meselen bide dû koka kûçik, gur, çeqel û keftaran. Ji sedî sed (em garantî didin) ku wê ev heywan bi eslê xwe Tirk derkevin, hem jî %100 procent!

 

Haaaaa, xwe nêzîkî koka kerê neke ha eman emannn! Ji ber ji kerê re gotine “Tu Tirk î" sê rojan êm nexwariye! Te fêhm kir cîgerimmmmmmm!?