<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Xwedê daye Che Guevara

Fernandez Perez- 09/06/08- Bolîvîa- Hinek kes hene di jiyana xwe de tu xêrê ji xwe nabînin, lê piþtî mirina xwe xwedê dide wan û dikevin nav xweþîyê. Meselen þoreþgerê meþhûr Che Guevara.

   Che Guevara ji piranîya þoreþgerên dinyayê re nîþan û sembolek e. Mêrik di saxîya xwe de xweþî nedît, di serketina þoreþa Kuba de rolek mezin lîzt. Lê piþtî mirina xwe meþhûrtir bû û hetta bû þêrînê ber dilê keç û jinên kapîtalîstan jî. Îcar keç û jinên kapîtalîstan wêneyên wî li ser memik û kelefên xwe dixin, di bedena xwe de dineqiþînin. Tew ji modesazan re bûye îlhama neqþ û çêkirina cil û bergên rengareng.

Werhasil, dibêjin keça Che Guevara Aleîda Guevara ji vê yekê acize û dibêje:”Li hinek welatan Che Guevara bûye sembola navbera feqîr û dewlemendan, ev jî me aciz dike. Ji xwe gava keç û jinên dewlemendan wêneyên wî li ser qûnên xwe dixin nayê qebûl kirin. Bavê min ne zilamê ku wêneyên wî li ser kelef û memikên jinan keve” filan û fîstan.

  Werhasil, xwedê bi elba mezin daye Che Guevara. Em nizanin niha ew di bihuþtê yan di cehnemê de ye, lê piþtî mirina xwe mêrik ji derpîyên jinên xelkê nayê xwarê wesselam.