Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

Tecawiza mirov xêr e, lê a mirîþkê sûc e

Tecawizcî Coþqûn- 29/03/08- Sakarya- Niha go em bêjin dîsa hûnê bêjin:“Ya starrrrrrrr, dîsa Lotikxanê çirannnnnddd!“ Yabo bi telaq û namûs ev serpêhatî rast e.

De binerin, li bajarê Sakarya, nehîya Karasû yê xortekî 17 salî (H.T) çi dike hûn zanin? Bazdide ser mirîþka melayê gundê Konacikê û mirîþkê dikuje. Yanî bi gotinek vekirî, H.T dikute mirîþka reben û wê diçirîne, dikuje.

 Îcar melayê gund Alî K, serî li dadgehê dixe û doza namûsa mirîþka xwe dike. Dadgeha Sakarya jî biryarê dide ku „ji bo kujtina mirîþkê 600 YTL û ji bo tecawiza mirîþkê jî 300 YTL (perê Tirkan)  pere, li ser hev 900 YTL cezê peran“ li qûnekê H.T dibirre.

Îcar hûn edaleta Tirko dibînin newlo! Rojê bi sedan tecawiz û destavêtina jinan dibe kes dengê xwe nake. Lê go mesele hat ser namûsa heywanan, dadgehên Tirko dibin heywanparêz û wîjdanê wan dijene.

 Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, we li ku û li kîjan welatê dinyayê dîtiye yan bihîstiye go yekî kutabe mirîþkê? Tenê Tirk namûsa mirîþk, pisîk, kûçik, çêlek û miþkan diherimînin.

Wey ez di wilo insan, qanûn û edalet de bimîzim erê welle!