Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Baþe go jina min ne Çînî ye qardeþim!

 

 

Çang Çîng Çong- 14/03/08- Pekîn- Em Çînî mexlûqatin ecêb in. Bi taybet jinên me agirê sor in, belakir in û îþê nemayî tînin serê zilamên xwe. Ji ber vê jî ez wek zilamekî Çînî bi jinek Çînî re nezewicîm û min mala xwe nebir mîratê.

   Dibêjin li eyaleta Hubeî yê „Wang“ û „Lûo“ ji hev hez dikin û bi hevre dizewicin. Lê piþtî heftakê dest bi lotikên nîqaþ û raberizandinê dikin û wek dîk û mirîþk radibin hevdu.

 

Li gora ku ajansa Xînhua radigihîne, dibêjin êvarekê dîsa herdû rabûne hev. Jinikê gotiye: „ Yan wê gotina min derbas bibe û yan jî xelas!“ Mêrik jî lingê xwe li erdê xistiye û qîriyaye:“ De herreeeeee gewenda heram, ez mêrê te me, ez çi bêjim gerek bi a min bibe“ filan û fîstan.

   Werhasil, herduwan rabûye dest bi vexwarina alkolê kirine da ku hinekî rehet bibin. Jinik çûye ser livînê û mêrik jî daye dû. Jinikê dîtiye ku mêrê wê gorên xwe ji lingê xwe dernexistine û bêhna gennî ji lingên wî tê. Jinik dîsa rabûye ser tapana û gotiye: Here lingên xwe biþo qûndeeeeeee“ û kiriye qarewar. Lê mêrik jî gotiye: “ Lingên min wek bilbizêqê ne qehpik“ û bi lingên gennî ketiye nav livînê. 

 

   Ez serê we neêþînim, piþtî zilam raketiye, jinik rabûye çeqmaq bera doþekê daye û êgir gotiye „xwe bidin alî ez hatim“. Agir bi mêrik ketiye û tirr jê berdaye, rebeno þewitiye û berê xwe daye axreta gewrik.

 

   Îcar hûn dibînin bê jinên Çînî çi agirê sor in newlo! Þikir ji xwedê re go jina min ne jinek Çînî ye û hew!

 

   Berka xwedê li jinên Kurd be, ellawekîl ez di nava livînê de tirr û fisan jî bikim ji bo wê wek lewento û parfûma Parîsê ye!