Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

Piþtî Bill Clinton niha jî

Chirac ji ber tolaziya xwe gelekî poþman e

 

 

Serokkomarê Fransayê Jacques Chirac di pirtûkek nû ya bi navê ``Mêrê Elysseyê ku nayê nasîn`` de qal dike ku jina xwe, Xanima hêja Bernadetteyê xapandiye, bi jinek e din re razaye. Lê poþman e, qet nafikire ku hevûdu berdin. Bi rêz Chirac dibêje: ``Kêfa min ji gelek jinan re dihat, lê ez wurya bûm. Min ji wan nefret ne kir, lê bi wan ve zêde nehatime girêdan``...

Li ser vê bûyerê, me nameyek dostanî ji bermaliya Chirac, hêja Bernadette re þand:

 

Xanima Hêja Bernadette.

Piþtî silavên xwe yê germ, ez ji Yezdanê mezin daxwaz dikim ku emrek dirêj bide We. Þifayê ji qîza We Laurence re dixwazim.

Min nivîsa Serokê birêz Chirac di rojnameyekê de xwend. Derbas bûyî be. Min wek kurdek fransîhez, xwest ku bibim þirikê derdû kulê Te. Paþê jî bi çend peyvan dîtina xwe bînime zimên.

Ez nizanim bê çiqasî Tu ji qederê bawer dike. Qedera serokan wisan e, dikare carna belayên þêrîn bê pêþiya wan. Lê wisan xuyanî dike ku weke Bill efendî, çi gunehê Chirac abê tune ye. Bi ihtîmalek mezin senaryoya vê buyerê jî wisan e: Jinik zane xwe pê çêke û têkeve çavê wî. Þatir û jêhatî ye. Sîng û berê teze pêþ Chirac kiriye û aqilê wî ji serî wî çûye. Feqîrê Chirac jî dibe qûrban û nikare xwe li ber nazên wê bigire...

Xanima hêja Bernadette. Apê Chirac fêhm bik! Ew jî guneh e, nikar e bê qîzên xweþik bijî.  Nikare ji jinan nefretê bike, û ne ew kese ku telaqê te jî têxe destê te. Bi jinan ve nayê girêdan, lê destê wî ji yê xweþik jî nabe. Pêþî dike, paþê jî poþman dibe û hezkirina xwe li hemberî Te bi dengek bilind tîne zimên. Bi baweriya min, Ew evîndarê awirên Te ye.

Îca, kesên wisan rast go, tê efûkirin. Carekê Wî tolazî kiriye. Bi carekê mirov xirap nabe. Lê tenbiya min li Te bê, serê Wî bernede. Piþtî nîsanê teqawît dibe. Li gorî doktorê me yê hêja Dr. Cemal Leheng, deprasyona teqawîtbûnê tenê bi evîniyên nû û qedehên þerabê dikare sivik bibe. Çi çareyên din tune ye. Lê xaltika Neyo berevajiyê wî, bi awayek ilmî rêyek e din nîþan dide: Pêwîst e Xanim Bernadette biya min bike û here Kurdistanê. Li Nisêbînê li teniþta Kijla kevn, mala Piftî efendî heye. Bila di þûna heft sedeqeyan de, ji Goþto, heft serûpiyan bikire û bide malbata wî. Paþê li mala Xalê Neîma bipirs e. Xalê Neîma devgirêdana bi awayek profesyonel çêdike. Pêwîst e tayek ji pora Bernadette, heft þevan li ber tava heyvê  bimîne. Her þevê, heft ``yasîn`` û du ``qulhu walahu wehdu`` li ser bixwîne. Paþê wî tayî bîne Parîsê. Êvarê berî razanê, hinek ava gulan berde ser taya porê xwe, têxe mîkserê û li ser sê ``ayetil kursî`` bixwîne, paþê serê Chirac bi wê avê biþo. Adinî rojê, dê Chirac bi heft dilan dil bikeve Bernadette. Di çavên wî de dê Bernadette bibe mîna Janifer Lopez û Þakira xuyanî bike.

Ez jî spas dikim. Di xweþiyê de bimîne.

 

Gabar Çiyan

Astrologê Lotikxanê