Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Dî dibêje naletê li bavê xwe tîne!

Ehmed BEYAN-06/12/07-Enqere- Ev gotica “Turk-Kurt kardeþ PKK kalleþ” di devê Tirkan de bûye wek benîþtê benka û þîrêza (404 a Japonan) zeliqandinê. Heçê bixwaze derewekê bike, wê xwe di bin perda vê gotica naletî de veþêre û qaþo Kurdan pê bixapîne. Gerçî gellek ji Kurdên me jî wek van Tirkên serker difikirin û rûn li ser nanê wan dikin, lê de neyse mijara me ne ew Kurdên ehmeq in.

Dibêjin serokê Partîya Artêþa Tirk CHP Denîz Baykal efendî beþdarî civîna çapemenîyê bûye û di derbarê firotina televizyona ATV de dîsa çend lotik û zîtirkên qantirkî avêtine. Birastî slogan û nivîsa ku li piþt Baykal efendî ye balkêþ e. CHP niha jî dixwaze ray û dengên ku li Kurdistanê wînda kiribûn, bi slogan û dûriþmeyên derewane wek “Tirk-Kurd bira ne, PKK bêbext e!” dîsa bîne ser hev û çend Kurdên bêaqil bide dû xwe.

PKK qelleþ be, bêbext be, ew ne karê me ye, lê em wek Lotikxane tenê û tenê tiþtekî zanin ku ew jî ev e:

Kurd û Tirk tucarî nikarin bibin brayên hev. Ew ji qewmê Dêlegura Asenayê, Tatar, hov û dagîrkeran e. Ew nevîyên Hûlagû, Cengizxan, Tîmûrling û nevîyên Kor Mistoyê Kerxana Selanîkê ne. Lê em Kurd Arî ne, Zerdûþtî ne, nevîyên Keyxusrew, Þêx Evdilqadirê Geylanî, Selaheddînê Eyyûbî, Ristemê Zal, Þêx Hadî, Þêx Seîd, Seyid Rizo, Simko û Barzanîyê nemir in.

Îcar kî jina xwe ji xwe berdide û dibêje: Kurd û Tirk bra ne hêêê!? Heçê dibêje naletê li bavê xwe tîne û hûn sax!