Lotikxane

 

 

Cilêtçî Mihê

 

 Ji dê û bava dikevin hemi hawa

 

 

Wey weleeeddd Tûncer abê!

Carna dadgehên dewleta Tirko lotikên ewqas beredayî davêjin ku hiþê mirovan disekine. Lotikên wan ji lotikên keran jî xirabtir û bê watetir in. Meselen wek lotika Tûncer Bakirhan.

 

Cîhgirê partîya DTP Tûncer Bakirhan, di sala 2004an de axavtinek kiribû û ji ber wê axavtina wî, dadgehê salek cezayê xizmeta rehbertîyê dabûyê. Ango, wê Tûncer Bakirhan salekê  “rehabîlîtasyonê” bibîne da ku qaþo bi civakê re li hev bê, biaqil bibe û bi vê rehabîlîtasyonê ji sûckirinê bi dûr bikeve.

 

Li gora biryara dadgehê, wê rêberek tim û daîm Tûncer Bakirhan biþopîne, binere ka Tûncerê me li gora civakê dilive yan na, ka lotikên ji derveyî civakê virde wêde davêje yan na, ka sûcekî dike yan na. Wê li gora rapora rêber, dadgeh jî biryarê di derbarê rewþa Tûncer Bakirhan de bide.

 

We mesele fêhm kir ne gelî xwendevanan? Bi kurt û Kurmancî, dadgeha dewleta Tirko Tûncer Bakirhan xistiye þûna dînan û qaþo dixwaze bi rehabîlîtasyonê wî biaqil bike û bîne ser rêya îmanê.

 

Îcar dibêjin rebenê Tûncerê me bi vê lotika dadgehê bûye wek mirîþka gêj û ji zekema berazan xerabtir hatiye serê wî. Tûncerê me bi sê telaqan sûnd xwariye ku vê tirrê ji dadgehê re nehêle û ger pêwist be vê lotika kerîkî bibe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê.

 

Îcar rehabilîtasyon kuro!?

 

Ê oxlim, Kurd hemi li gora civaka Tirkiyê nalivin û heta bi qurmik dixin civaka Tirk. Îcar hûnê kê rehabîlîte bikin û kê nekin babam? Hema bêjin 20 milyon Kurd sûcdar in û li dijî dewletê sûcan dikin, hûnê kîjanî bera ser xwe din û kîjanî nedin ha?

 

29.11.2009- Amed-

 

 

 

 

Mizgefta Îsa temam, ma mizgefta Lotikxanê

Cilêtçî Mihê- 21/09/09- Xançepek AmedLi ser bextê esrarkêþ, eroînfiroþ, cilêtçî û pêxwasên Amedê be, dibêjin Komela Xêrxwazên Amedê biryar daye ku mizgeftekê bi navê Hz. Îsa pêxember lêkin û xêrekê bi xwe bikin. Dibêjin evê lotikê kêfa dêrên Ortodoks û Protestan pir anîye û keþeyên van herdu dêran ev lotik wek lotikek pîroz nirxandine.

 

Dibêjin keþeyê Dêra Suryanî ya Meryem Ana Yusuf Akbûlût gotiye:“Bi sê telaqên jinberdanê, ez bi serê Îsa û Mûsa kim, ev lotik lotikek pir pîroz e. Gava misilman Hz. Îsa wek pêxember qebûl dikin kêfa me pir tê ellawekîl“ filan û bêvan.

 

Keþeyê Dêra Protestan a Amedê Ahmet Guvener kî gotiye:“Jina min ji min berdayî be, îmkan û derfetên me hebûna meyê jî alîkarîya lêkirina mizgefta Îsa pêxember bikira. Lê mixabin tirr di me de nemane û derfetên me kêm in“ filan û fîstan.

 

Werhasilî kelam, birastî yên ku di navê de mane em lotikxanecîyên Amedê ne. Mizgeftên sunnîyan hene, dergahên alewîyan hene, dêrên filehan hene, lê em Lotikxanecî emê li ku îbadeta xwe bikin em nizanin.

 

Yaw cîgerim, bi dîn û îman, em esrarkêþ, eroînfiroþ, cilêtçî, ûstûracî, pêxwas, etar û çerçîyên kolanên Amedê tev sempatîzan û alîgirên mezhebê Lotikxanê ne. Yanî em Kurdçî ne lo. Lê derfeta me tune em jî ji xwe re mizgefta xwe ava bikin û têde îbadeta xwe bikin qardaþim.

 

Law ma dewlemendek xêrxwaz di nava Kurdan de tuneye ku xêrekê bi xwe bike û destê alîkarîyê dirêjî mirîdên Lotikxanê bike babam? Her hikûmeta baþûr alîkarîya me nake, qe nebe hûn bikin cîgerim, wî!

 

Axir, me niha kampanya avakirina „Xançepek Lotikxanecîler Camîsî“ daye despêkirin. Heçê jê bê û alîkarîya vê kampanyayê neke, jina wî jê berdayî be û hûn sax, ihii!

 

 

 

 

Gurên Kurd dan bin dûvê serokê xwe

Cilêtçî Mihê- 07/09/09-Amed- Partîya Seg û Gurên Tirkiyê MHP û serokê wê Devlet Bahçelî, piþtî ku bi tundî li dijî pakêta Kurd û avêtina hinek gavên demokratîk derket û derdikeve, Kurdên ku li Amedê bi vê partîya faþîst re ne û xwe wek “Boz Kurtler” (Kurdên Boz) bi nav dikin, bi xwe nexweþ tînin û helwesta serokê xwe Devlet Bahçelî rûreþ û þermezar dikin, qûna wî dax didin.

 

Werhasil, dibêjin Kurdên Boz, li zora xwe anîne çima ku serokê wan Bahçelî li dijî pakêta Kurd derdikeve û ji Kurdan re dibêje:”Hemwelatîyên Kurdîaxêv”.

 

Dibêjin kevneserokê teþkîlata MHP ê Amedê Abdullah Arzakçi, di derbarê helwesta Devlet Bahçelî de gotiye:”Ez ne brayekî ku bi Kurdî diaxivim qardaþim, ez Kurd im” û daye bin dûvê serokê xwe Devlet Bahçelî.  Wek tê zanîn, serperitîyê Devlet Bahçelî, bi taybet gotina Kurd nayne ser zimanê xwe û hebûna milletekî bi navê Kurd qebûl nake. Kurdan wek “hemwelatîyên Kurdîaxêv” binav dike û kerê min bera ser nizanim çiyî xwe dide. Ev gotin jî li zora Kurdên Boz diçe, xîreta wan qebûl nake û di encamê de Kurdên Boz bin, Gurên Boz bin jî, xuyaye eslê xwe înkar nakin.

 

Abdullah Arzakçi, hêvî dike ku ev þer bê rawestandin, bes xwîn bê rêtin û divê her partî ji bo sekinandina vî þerê qirêj bixebite. Lê dibêje ku Devlet Bahçelî naletê li bavê xwe tîne, dubendîyê dixe navbera Kurd û Tirkan û siyasetek bergîlkî dimeþîne.

 

Werhasilî kelam, kesê ku hay ji Kurdbûna xwe, ji qewmîyeta xwe hebe, ew bibe MHP î jî, bibe kûçik û segên xelkê jî, di encamê de Kurdayetîya wan zora wan dibe, pozê wan diþewite û xîreta wan dijene.  Çawa ku kûçik goþtê kûçik naxwe, divê Kurdên di nava her partîyan de jî xwedî xîret bin, li dijî siyaseta partîya xwe derkevin û li Kurdayetîya xwe xwedî derkevin cîgerlerim.

Yan na, ez bi serê Kasimpaþalî Receb kim, serê bênamûs naçe gorê û hûn sax.....

 

 

 

 

Mêro xwe wek mixattab nabînin, hella hellaaaaa!

 

Cilêtçî Mihê- 04/08/09- Amed- Min bixwe tiþtek ji vê þorbê fêhm nekir gelî lotikvanan. Partîyên xelkê dibêjin „xwedo hinek me wek mixattab qebûl bikin“, lê yên me jî paþûpê li kerê siwar dibin û dibêjin na.

 

Generalê partîya AKP Kasimpaþalî Receb doh-pêr gotibû „mixattabê me DTP ye û ne Ocalan e“ filan û bêvan. Ji ber vê jî xwest bi DTP re rûnê û tifa xwe balêse. Hetta zilamê xwe M.Alî Þahîn þand serdana DTP, xoþûbêþek germ çêbû û kêfa me hat. Lê babam, çîrok heman çîrok e û DTP a me dike û nake naxwaze yan nikare siyasetek serbixwe bajo û bibe mixattab an îrade.

 

Werhasil, Cîhgirê Serokê DTP cîgerim Selo rabû behsa heman tirþikê kir û dibêje ku „
"Emê daxwazên DTP yên ku heta niha anîne rojevê carek din bînin zimên. Emê diyar bikin ka wê pirsgirêk çawa bê çareser kirin. Dema samîmî bin emê pêþniyar bikin ku pirsgirêkê bi muxataban re çareser bikin." (Yanî wê berê Kasimpaþalî dîsa bidin Îmralîyê ha)

 

 Hella hellaaaaaa ya siphan ella!

 

Yaw qerdeþim, bavê mino, Kasimpaþalî Reco dibêje: “Bi sê telaqên jinberdanê em Ocalan wek mixattab qebûl nakin û pêre çayê jî venaxwin, mixattabê me DTP ye” û tu radibî dîsa berê rebeno didî Îmralî qerdeþim, ma wilo bû law? Yaw carekê jî hûn xwe wek mixattab bibînin û sînorê tirsê biçirînin babam, ma dinya xira dibe Selo qardaþ!

Hahewlelwelaaa quwetulle billehil ezîm!

Law madem hûn xwe wek mixattabê doza Kurd nabînin, yabo bi soz emê wek Lotikxane bibin mixattabê pirsa Kurd, ihiiii! Law ma dilê tirsonek sînga gewr dibîne cîgerim? Na. Hema carekê jî destê xwe li masê xin û bêjin:”Bi sê telaqan mixattabê pirsa Kurd em in, xelas!”û dilê me tehet bikin law, wey!

Êdî bes e lo, wille û bille êdî bes e Selo qardaþ!  

 

 

 

 

Govendek nuh derket piyasê: Þorbebastî

 

 

 

Cilêtçî Mihê- 06/07/09-Amed- Dinya çirto virto bûye. Hema çi tiþtekî ku bi kêrî pîvazekê neyê, hew we dît bû mode û meþhûr bû. Niha jî govendek wek govenda ciwange û çêlekên nav garanê bûye mode. Ji lotik û zîtirkan pêve tu huner di vê govendê de tune û hema kî dest û lingê xwe, kî ser û qûna xwe bihejîne, dibe hunermend û govendgêr.

 

Werhasil cîgerlerim. Niha govenda dînan bûye mode. Hinek jê re dibêjin: „Kolbastî“. Hinek dibêjin: „Þerwalbastî“.  Û em Lotikxanecî jî jê re dibêjin: „Þorbebastî“.

 

Di govenda Þorbesbastî de qaîde û sînor tune. Hema kê wek ker û çêlekan zîtirk dan xwe, kê wek berxik û karikên nav pez da çîrvîtkan, kê wek dehþika mozpêvedayî da lotikan, ew xweþ govendê digre. Aha govenda Þorbebastî jî wilo ye.

 

De li Þorbebastî binerin û destê xwe deynin ser wîjdanê xwe. Heger we heq neda me ji xwe em bi tiþtekî nizanin dînime îmanime û hew…..

 

 

 

 

Xalê me Jeffrey doza lotikên siyasî û kulturî kir

 

Cilêtçî Mihê- 17/06/09-Amed- Konsolosê Amerîka yê Enqerê xalê me James F.Jeffrey, serdana Amedê kir û silavek da serok Osman Baydemîr. Piþtî vexwarina çay û qehwê, xalê me Jeffrey dest bi lotikên xwe kir û kir qîr û qiyamet.

 

Xalê me Jeffrey, bi her sê telaqên jinberdanê sûnd xwar ku pirsa Kurd tenê bi lotikên eskerî çareser nabe û divê sayin Tirkoler dest bi avêtina lotik û zîtirkên aborî, siyasî û kulturî jî bikin.

 

Jeffrey got ku Amed ji berê pêþdetir çûye û hema hema hindik baye xwe bigihîne sewîya Parîsê û got:”Yaw qerdeþim, ez berî 25-30 salî hatibûm Amedê lê ferqek mezin di navbera Ameda wê demê û ya niha de heye cîgerim. Ez bi serê serok Obama kim, hema hema nêzîkî Parîs û New Yorkê bûye kuro” filan û fîstan.

 

Ê helbet serê serok Baydemîr mezin bûye, qirewata xwe rast kiriye û gotiye:”Ez birê te me, em bi van derfetên xwe yên kêm van lotikên qirase davêjin, îcar ku derfetên me zêdetir bin emê çi bikin tu zanî? Emê tirrê ji Parîs û New Yorkê berdin ellawekîl” û ling avêtiye ser ling.

 

Ez serê we neêþînim, xalê me Jeffrey û serok Baydemîr di mesela lotikên aborî, siyasî û kulturî de wek hev difikirîn û tilî avêtin bin dûvê dewletê wesselam. Îcar dewleta Tirk tilîyên wan çiqasî di xwe de dibe xwedê zane....

 

 

 

Selho lotikek qirase li Karayilan xist

Cilêtçî Mihê- 31/05/09-Xançepek- Yaw qerdeþim, bi dîn û îman ji mirîþka gêj xerabtir hatiye serê me bakurîyan lo. Law em hew zanin ji kê bawer bikin û ji kê nekin yaho. Yaw navê min Cilêtçî ye, ez virde wêde cilêtan davêjim derpî û þerwalê xelkê, lê kesên wek Selahattîn Demîrtaþ û Mûrat Marêreþ jî cilêtan davêjin bin çengê me. Ma îcar ev jî ne ecêba xwedê ye iii ihiiii!

Wê ji alîyekî Mûrat Karayilan bêje:“Bi þeþ telaqan em parlamentoya xwe dixwazin, çima ma Îskoçî ji me çêtirin ku parlamentoya wan heye û ya me tunebe qerdeþim“ û rojeva Tirkiyê bike þorba nîskê. Û ji alîyê din wê Selo Demîrtaþ çi bêje? Wê lotikek bêîman li Karayilan û xeyalên Kurdan xe û bêje:

„De wêde herin loooooo, parlamentoya çi oxlim? Xwestina parlamentoyê modelek etnîkî ye, em modela Îskoçya Mîskoçya filan naxwazin, em ji bo Tirkiyê Muxtarîyeta Demokratîk dixwazin cîgerim, xelas!“ û tirr ji sayin Karayilan berda.

Îcar sayin û maqûl Lotikxanecîler, cîger û gurçiklerim, de ka îcar hûn bêjin lo:

Karayilan ji Kurdan re parlamentoya wek modela Îskoçya dixwaze, lotikek Kurdewarî davêje. Selo begefendî tirro siyaseta etnîkî nake, lê li ser navê milletekî, li ser navê etnisîteya Kurd zikê xwe mezin dike, meaþê xwe ji parlamentoya „etnîsîteya Tirk“ distîne û tirrê ji Kurdan berdide. Serokê Kurdên sererd û binerd sayin û çox qîmetlî baþqan dibêje „Li dijî CHP û MHP piþtgirîyê bidin AKP“, xaltîka me Emîne Ayna dibêje “Doza Kurd ne doza çend lotikên beredayî ye, doza Kur doza milletekî, doza neteweyekî ye“ û carna dilê me rehet dike. Aysel Tugluk xanima Tûncelîlî lotikên Kemalîzmwarî davêje û Beton Misto dibe ber perê ezmana. Ehmedê mala Sîno gêjo mêjo bûye û hew zane bide dû Xelo yan bide dû Celo.

Ê em çi bikin qerdeþim?

Ma em ji kerba dilê xwe cilêt, kêr û meqesan navêjin derpî û þerwalên xelkê emê çi gûyî bixwin ka hûn nabêjin babam? Law ma ev sosret ji nexweþîya mirîþkan û ji vîrûsa berazan jî ne xerabtire ey hawarrrrrrrr!?

 

 

 

 

Lotikxane jî ket grêva birçîbûnê

 

Cilêtçî Mihê- 03/05/09-Amed- Lotikvan, serok û generalên eþîreta DTP li Amedê ketin grêva birçîbûnê û nêzîkî 10 hezar eskerên DTP jî dora wan pêçan û piþtgirî dan generalên xwe. Çima birçîbûn? Xwedêgiravî ji ber ku dewleta Tirko êrîþî ser eþîra wan dike, hevalên wan digre û doxînê li wan sist dike. Wê çend rojan di birçîbûnê de bimînin? Tenê 2 rojan. Ê tabî canim, ma wê wek Kemal Pîr û Mazlûm Dogan 30 rojî xwe birçî nehêlin, na. Pir pir rojek, du roj, qiyamet rabe sê roj ha, zêdetir zehmet e.

 

Axir, ez wek fedaîyê Lotikxanê û berdevkê cilêtçî, pêxwas, ûstûracî, diz, zinêkar, qûnek, esrarkêþ, eraqvexwir û doxînsistên taxa Xançepekê, piþtgirîya xwe didim DTP û vê lotika wan ya mêrane pîroz dikim qerdeþim.

 

Wek piþtgirî:

-  Ezê du rojan cilêtan navêjim kesekî, bêrîka wan qul nekim û perê wan ji bêrîka wan dernexim.

Ezê du rojan tizbîya 101 lib ji ya mam Celal bikþînim û selewatan vedim, dua ji DTP re bikim da ku van herdu rojan ji birçîna nemrin, „poxipoxine“ þehîd nekevin û meclîsa Tirkiyê bê nûnerên Kurd nemîne.

-  Ezê du rojan þorba nîskê li xwe heram bikim, ezê neçim ser doþeka jinkoka xwe û ezê 101 girêkî li doxîna xwe xim. Hetta, ez bi xwe de birîm jî ezê doxîna xwe venekim.

-  Ezê du rojan neçim qehwexana serxweþ Kemal û zarê negrim, bi tawla û satrancê nelîzim, duþeþ û þeþbêþ navêjim û strana Muslum Gurses „Bu benim meselem“ guhdarî nekim.

-  Ezê du rojan dernekevim kuçe û kolanên Amedê û li mirîþkên wek Ayþe, Fatma, Cewrîye û Tansû temaþe nekim, ji paþde li wan nenerim û keser li ser keserê nekþînim.

 

Welhasilî kelam, ezê van herdu rojan piþtgirîya DTPlî hevallerimiz bikim û wê destê min li piþta wan be. Bi qiweta xwedê û dua û selewatên Lotikxanê, emê van herdu rojan bi selametî biborînin û poxipoxine þehîdan nedin.

 

De serketin yabo qurban…..

 

 

 

 

Dînime îmanime sayin baþqan rast dibêje

 

Cilêtçî Mihê- 21/03/09-Amed- Mala xwedê ava, sayin baþqan vê carê jî bi parêzerên xwe re axivî, heta carek din xwedê kerîm û rehîm e.  Serokê Kurdên sererd û binerd sayin baþqan Ocalan, di derbarê lotika Mam Celal û çekberdana PKK de lotikek xweþ avêt û got: Na!

 

Baþqan Ocalan lotikek li Mam Celal xist û got:”Yaw qerdeþim, hûn çawa dixwazin PKK çekên xwe teslîm bike ha? Ka ma hûn çekên xwe teslîm dikin oxlim? Hema bi sê telaqan, roja ku we çekên xwe teslîm kir, emê jî çekên xwe teslîm bikin, ihii! Ma çekteslîmkirin karê zarokan e cîgerlerim, çek ji bo we çi be ji bo me jî heman tiþt e, xelas!” filan û bêvan.

 

Ê yaw bi dîn û îman rast e. Ma bedêla çekteslîmkirinê nîne qerdeþim? Ma bilasebeb çek tê teslîmkirin? Yaw qerdeþim, ez bi vî halê xwe cilêtên xwe teslîmî kesekî nakim, îcar çima wê PKK bê bedêl çekên xwe teslîm bike, hella hellaaaa! Ma tiþtekî belaþ heye law, wîî!

 

Yabo bi her sê telaqên jinberdanê ez wek Cilêtçî Mihê kefîlê PKK me.

 

Heger dewletê mafê Kurdan qebûl kir û hat li ser masê bi PKK re qeyweyek þîrîn vexwar, wî çaxî go PKK çekên xwe teslîm neke, ezê cilêtên xwe di þûna wan çekan de teslîm bikim.

 

Ma pêþniyaza min ne maqûl e gelî lotikvanan?

 

 

Bye bye mîster Behcet

Cilêtçî Mihê- 25/02/09- Qesasê serê Kurdan, qatilê xwînheram, Serokê Daîra Þerê Taybet sayin qûnek Behcet Oktay jî hat kujtin û em jê xelas bûn. Piþtî Abdulkerîm Kirca, Behceto jî hew bi kêrî serokên JÎTEM û Ergenekonê hat û demançe di mejiyê wî de teqandin, tirr jê berdan.

Welhasil, ahê Kurdan ji kesî re namîne. Yan di ber jinên xwe de ji mêranî dikevin û qûnek dibin, û yan jî ji alî hevalên xwe ve mejî li wan belawela dibe. Behcet Oktay efendî jî pê girt û Kurdan serê wî jî xwar.

De aqûbet li serê JÎTEMcî û Ergenekoncîyên di nava partîyên Kurdan de be rebbî. Ka go rojekê ew jî eþkere bibin û cezayê xwe bikþînin.

Lê bawer nakim qerdeþim, wille û bille bawer nakim. Ma ew qûn li ser me heye em wêribin tiliya xwe di kunmozê de rakin qerdeþim?

Em hew karin bi jinên xwe, îcar emê hesab ji Ergenekoncîyên nava xwe bipirsin, heheyyyyy!   

 

 

 

 

DTP lotikek pîroz avêt

 

Cilêtçî Mihê- 07/02/09-Amed- Dînime îmanime, vê carê DTP lotikek bi îman avêt û kêfa me anî. Li ser bextê pêxwas, diz û esrarfiroþên kolanên Xançepekê be, dibêjin xwedêgiravî DTP biryar girtiye ku di hemi xebatên hilbijartinê de hem zimanê Kurdî û hem zimanê Tirkî bi kar bînin. Wey her bijî! Û piþtî hilbijartinê?

 

Axir, partîya Erdogan, yanî AKP, ji bo ra û dengan bigre, komir, meqerna û niha jî li herêma Dêrsimê sarinc, mekîna firaxþûþtinê, merþ û hemi pêwistîyên malê belaþ li xelkê belav dike. Çima? Ji bo Dêrsimê têxe destê xwe. Lê piþtî hilbijartin bi dawî bû, ewê komir û meqerna bide xelkê nede xelkê kes nizane. Îcar ez ditirsim mesela me û DTP jî ev be cîgerlerim. Law hûn jî piþtî hilbijartinê axavtina bi zimanê Kurdî terk nekin? Ma hema berî hilbijartinê axavtina bi zimanê Kurdî hat bîra we qerdeþim, wîî!

 

Welhasil, xwedê ji vê biryara wan razî be. Hema berî hilbijartinê jî çi lotik bi Kurdî bên avêtin kar e û ne xisar e.

 

Dibêjin xaltîka me Emîne Ayna xanim, biryara ku DTP girtiye ragihandiye awira gelemperî û lotikek xweþ avêtiye. Xaltîka me Ayna gotiye:”Wê bikaranîna zimanê Kurdî tenê di çarçewa hilbijartinê de nemîne. Mimkine ku ew carna civînîn grûba xwe ya meclîsê jî bi Kurdî pêk bînin” filan û fîstan.  

 

Ê helbet herçiqasî ev gotina “mimkine” þik û gomanan bi meriv re çêdike jî, lê bi sê telaqan gotina xweþ xweþ e. Derew be jî xweþ e.

 

De xwedê û pêxember xêra DTP qebûl bike û hêvîya min ji rebbê alemê û Þêx Ebdilqadirê Geylanî ew e ku rojekê DTP bi temametî ji axavtina zimanê Tirkî re bêje “Êdî bes e!”

 

 

Licîyên me jî ketin ber lotikên Ergenegûyê

Cilêtçî Mihê- 18/01/09-Xançepek- Yaw cîgerim, ev Ergenekon e, Ergenegû ye çi quzê kerê ye, ev çi ji xelkê dixwaze law? Me ji xwe re car caran çend qutî esrar ji Licê danî Xançepekê û bi xêra wê çend qirûþ dixistin bêrîka xwe, law esrara me jî ket ber lotikên Ergenekonê hayhoo hayhoooo!

Li ser bextê esrarfiroþên Xançepek û Mardînqapîyê be, dibêjin eskerên Tirko bi bahaneya Ergenekonê girtine ser gundekî Licê û li þopa Ergenegûcîyan geryane. Erê Ergenegûcî nedîtine lê çi dîtibin baþe? Xezîna esrarê. Hem jî tevî îmalatxana xwe haaaa, wey bavooooo wey dayêêê! Tam 3 ton (hezar) û nîv (500) kîlo esrara KUBAR. Yanî, esrara herî bi qelîte û wek zêrê zer.

Welhasil, agir bi mala Ergenekonê û eskerên wê keve rebbî. Me bi saya serê Licîyên xwe çend qirûþ ji esrarka xwe qezenc dikir, wa çavê dewleta Tirko bar nebû û dest danîn ser esrarka me jî kuro, tew malaminê tewwwwww!

Weyla xwedê ahê Licîyên me ji çeqelên Ergenegûyê re nehêle rebbî.

Amînnnnn!

 

 

Mêro dîsa dest bi lotikan kir

Cilêtçî Mihê- 19/10/08- Xançepek Amed-  Kekê, ev serokê Partîya Heq û Wekhevîyê General Osman Pamûkoglû heye ya, dîsa cilêtek avêtiye ser û çavê Kurda û kiriye zirt û virt. Oxlim dîsa di civîna li bajarê Gebzeyê çend zîtirk avêtine û jina xwe ji xwe berdide ku ewê karibe terorîstan di nava 3-6-12 mehan de ji holê rake û koka wan biqelîne. Tu dibê qey ne ew bû ewê ku li Kurdistanê þerê PKK dikir û tu gûyek jî bi ser nexist ha.

   Oxlim dibêje:“ Hikûmeta îro bi kêrî pîvazek xerabe nayê. Eger ku em têkevin meclîsê û bibin hikûmet, bi sê telaqên jinberdanê emê tirrê ji mesela teror û terorîstan berdin. Hema emê ketûber wan bidin ber xwe, hem dîplomatîk û hem jî eskerî emê qûþê li wan biqetînin“ filan û fîstan.  

Yaaaa, hûn dibînin bê oxlim çi zirtan dike ne wisa?

Ê ewladim, onin bûnin çocixî, te bi salan li Kurdistanê þerê PKK kir. Tu li herêmê hem serokwezîr bû, hem serokkomar bû, hem general û hem jî xwedîyê tenq û top bû. Çima te koka wan nanî yawrûm? Te di nava þerê germ de nikarîbû gûyekî bixwi, îcar tê li kolanên Enqerê koka Kurdan bîni haa?

Ê de berdeeeeee…..! Bi telaq laþê te duxre lê babaegîdek di nava Kurdan de tune ku te tirrek bike û xelas.