<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Çi fêhlên gennî hebin tev ji bin serê van Ewrûpîyan derdikevin
Gulnaza Torî-26/05/08-Fransa- Ev Ewrûpî ecêb in. Bi taybet modeçêkerên wan sînor-mînor nehiþtine û dane navê. Ji xwe namûs li cem wan bûye bexdûnis û rewþ berdîberdane wesselam.
Modesaza Fransî Nîcole Tran Ba Vang koleksîyonek kesanedî çêkiriye ku aqilê insên disekine. Ez bawerim wê li ser vê koleksîyonê gellek kes jinên xwe bikujin û malikê li xwe biviritînin.
Xanimê di þûna cil û bergên adetî de modeyek wilo çêkiriye ku heçê bibîne wê bêje qey jin tazî, þût û rût in.
Îcar bi serê min û we, jin û keçên kîjan Kurdî van cilan li xwe kin ew sax neman. Hema di wê kêlîkê de fîþek di sinya wê de diteqe û hew.
De lê binerin bê ka hûn çi dibêjin heyran.
Xêr û guneh di stuyê dijminê Kurdan de be rebbî!
|