<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kesekî bi namûs lotikek li vê gewendê nexist kuro!

Kurdperest-07/07/08- Ruha- Berî her tiþtî ez we silav dikim û qûna xwendevanên Lotikxanê dax didim.

 

Birastî Lotikxane kela dilê min rehet dike û damarên Kurdayetîya min qewîntir dike. Ji ber vê jî ez bûme Kurdperest û bi vê jî bextewar im.

 

 Neyse canlarim û cîgerlerim, wek hûn zanin di dema serokwezîra kevn, dêlegur û qehpika Tansû Çîller de bi hezaran Kurd bê sûc û bê guneh hatibûn kujtin. Heta îro tu beþerê xwedê hesab ji vê dêlegurê nepirsî û xanimê wek banûyan bi serbestî kêfa nav þeqê xwe dike.

 

Îro bi operasyona Ergenekonê eþkere dibe ku qûnekê Osman Gurbuzê kûçik kurê kûçikan, di dema Çîllerê de zêdeyî 200 Kurdî kujtiye û hetanî îro xwe di bin per û baskên general û kesên wek Çîllerê de paraztiye.  Ev 200 kujtî yên ser bêjingê ne, lê yên bin bêjingê û nediyar ji xwe nayên zanîn. Lê rojekê bi tenê jî Kurdekî binamûs derneket û lotikek li van kûçikbavan nexist û heyfa þehîdên Kurd hilnanîn.

 

Kesên ku her tiþtên xwe bi jiyana kesekî ve girêdane û ji bo tayek porê wî qiyametê radikin, negotin êdî bes e û lotikek li van segbavan nexistin. Ez jî di nav de, pozê yekî ji me neþewitî û em xwedî li wan kujtîyên Kurd derneketin yabo qurban.

 

Bi sê telaqên kerxanecî Misto, bi qasî derhemekê xîret bi me re nemaye qardaþim.

 

Qe nebe divê em dua ji Kasimpaþalî Recebo re bikin ku bi vê operasyonê dêqehpên wek Osman Gurbuz dan girtin û qûna wan dax da. Ji ber vê helwesta Recebo (her çiqasî ne ji bo çavê me yê reþ û belek kiribe jî) ez lotika wî pîroz dikim û raya xwe didim wî qûnekî.

 

Îcar hûn nameya min diweþînin, naweþînin hûn û wîjdanê xwe sayin Lotikxane!

 

Bimînin di nav lotik û pehînên Kurdewarîyê de û hûn sax!