Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

Sofî Xelef

Çima Lotikxane?

 

Em Kurd milletekî xwedî henek, pêkenok, qerf û tinaz in. Di civata Kurd de ken ciyekî taybet digre. Belkî yek ji zîndehiþtina me jî ev çanda ken û henekaye. Bêguman milletê Kurd milletekî cefakar e, êþ kiþandiye, dikþîne. Lê tucarî ken û henek ji civata xwe kêmnekiriye. Lê mixabin, bi taybet li bakurê Kurdistanê, piþtî 1980 û virde ken û heneka ciyê xwe ji þîn û grî re hiþt. Hertiþt bi siyaset û þer ve hat girêdan. Civata me hêdî hêdî ken jibîr kir, henek jibîr kir û beþek ji çanda xwe wenda kir. Jixwe nifþên nûhatî yekcar ji vê çandê bidûr ket, zimanê xwe, gellek ji nirxên civata Kurd jibîr kir û bi mejiyekî biyanî, bi mejiyekî Tirkî mezin û perwerde bû. Bêguman zêdebûna malperên Kurdî pêþketinek baþ û bi fêde ye. Lê gava em bala xwe didin van malperan, piraniya wan naveroka xwe bi siyasetê dadigrin. Siyaset jî beþek ji rastiya me ye, bêyî wê jî nabe. Lê me di meydana înternetê de valahiyek dît ku ew jî vejandin û nûjenkirina çanda me a ken û heneka bû. Me xwest balê bikþînin vî aliyê çandê û cardin wî nirxê ku wenda dibe bi paþde vegerînin. Belkî hinek bêjin ku em siyasetê nakin û ev kêmasiyek e. Lê na, em siyaseta xwe jî bi awayê mîzahî û devavêtinî dikin, lotikên xwe li dijminên xwe jî dixin. Helbet ne tenê dijmin, lê em þûjinê di xwe de jî radikin, kêmasî û xeletiyên xwe rexne dikin, berî go em derziya çavê xelkê bibînin em þûjina di çavê xwe de jî dibînin. Gellek kes evêna xelet fêmdikin û wek “dijminatiyê” binavdikin. Lê dijminatiya kes û partiyên Kurdî ji me nayê, em nakin, lê nayê wê manê ku emê þaþiyên wan jî nebînin û çavê xwe ji wan re bigrin.

 Di destpêkê de avakirina malpera Lotikxanê bi awayê fanyaziyekê hat rojevê. Jiber ku me zêde ji meþandina malpera înternetê fêmnedikir, em nezan û xeþîm bûn, heta bi ciyekî me bi tirs dest bi Lotikxanê kir. Lê piþtî çend þaþî û xeletiyan em hêdî hêdî bi ser hev vebûn û bi hev hatin girêdan, malper bû Lotikxane û em jî bûn lotikvan!

 Me di meha Sibata 2006an de dest bi weþana xwe kir. Lê pêwistiya malperek bi vî awayî texmînên me serûbinê hev kir. Di nava 20 rojan de 262 hezar kesî serdana malpera me kir û em þoke kirin. Evê hejmarê enerjî û hêzek mezintir da me ku em weþana xwe berdewam bikin û bi riya vê malperê xizmetekê ji çanda Kurdî re bikin.

 Vê seeta ku em vê nivîsê dinivîsin (09.03.2006 / seet 04:00ê serê sibê, heta vê kêlîkê li gor îstatîstîka þîrketa ku em pêre dixebitin 354.771 (sêsed û pêncî û çar hezar û hefsed û heftê û yek) kesî serdana malpera me kiriye. Ev jibo malperek nuh hema bêjin rekor e. Em bawerin heta dawiya meha Adarê emê xwe bighînin nêzîkî milyonek xwendevan û bi dilxweþî xebata xwe bi pêþde bibin.

 Lotikxane wê ji her Kurdî re vekirî be. Her Kurd kare nivîs, henek, serpêhatî, karîkaturên xwe di malpera Lotikxanê de biweþîne, bi þertê ku bi dijminayî êrîþî þexsiyeta kes û saziyên Kurdî neke. Herweha kesên ku bixwazin reklamên þahî, dawet, sinnet, þîn û çalakiyên xwe di malpera Lotikxanê de biweþînin, karin bi riya emaîlê têkiliyê bi me re deynin.

 Emê bi alîkarî û piþtgiriya we xurttir bibin, emê hevdu temam bikin û karibin beþekî ji çanda milletê xwe biparêzin û bi pêþde bibin.

 De kerembikin hûn jî di Lotikxanê de lotika bavêjin!