|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
info@lotikxane.com |
|
Dr.Cino Astare
c
KOKA ZIMANÊ KURDÎ
Zimanzanên Kurd, di lêkolînên xwe yên dawiyê da, kifþ kirin ku 'koka zimanê
Kurdî ji koka dinanê Kendal Nezan de derket.'
Di hevpeyvînekê de Kendal Nezan got 'bi rastî haya min ji vî tiþtî tunebû,
lê çendik û çend sal bûn ku dinanê min tim diêþiya. Ji bo vê êþa dinanê
min, min ji Swêdê jî milyon û du sed hezar kron standin. Ne êþ sekinî û
ne jî dinanê min biriqîn. Heyra ma ev dibe? Perên ji fonda Fransayê jî ji bo
dermankirina vê nexweþiya dinanên min têr ne kirin. Gerek ez ji Tirka jî
hinek fond bigrim. Dibêjin îro perê Tirka xurt bûye. De ya bi xêr...'
Herî tiþtê balkêþ ewe ku serê xelkê Kurd bi ziman diêþê, lê yê Kendal
Nezan jî ji ber ziman dinanê wî diêþe!
Li gor diyagnosa doktorê dinanan Dr Dumkoff, Kendal Nezan, pir ji xwarinên
cûrbecûr hez dike û rojê ji sê caran bêtir xwarinê dixwe û li dawiya xwarinê
jî dibêje 'li ku zirav be, bila ji wir biqete', loma dinan zû dimehin.
Kurd û
Rexne
Li cem me kurdan manaya rexneyê yanî "sixêf û dujmin" e. Li cem temamê milletên
din manaya rexneyê yanî "baþtirkirin" û "çakkirina" pirs û probleman e. Kî li
ser yekî rexneyek bike, dibêjin "temam ev kes hiþê xwe avêtiye. Dixwaze me xirab
bike."
Li ser vê rewþa paþdemayî ya me kurda, berhema Vladîmîr Îlyîç Lenîn hat bîra me:
REXNEYA REXNEYÊ. Heger ev yek li ba me biqewime, em ê bibêjin "ev kes þer
difiroþe." Lê em nizanin ku di civatek de çi qas rexne hebe, ew civat bi deh
qasî xwe xurt dibe û pêþ ve diçe.
Neha jî em ê rexneyek siyasî bikin li ser hin serok û partiyên me yên ku pir
xurt in û Xwedê wan bêhtir bi hêz bike, cî ji wan re
nemaye li civatê.
Bila ew jî li
gor van agahdariyan li ser rexneyê, yên li vê nivîsê bila li me biborin gidî.
Mebesta me rexnekirine, ne xirabkirine. Me ji xwe ji serî de vê gotibû.
1-Partiya DADIYÊ YA KURDISTANÊ, yan jî bi navek din Riya Xesandî van rojan pir
tûj bûne û dibêjin em ê Kurdistanê ji bo pir xwîn ne rêje tenê bi fîþekên hawayî
rizgar bikin. Þiroveya me li ser vê agahiyê eve: Heyran tiþtek wisan mekin Xwedê
ji we razî be. Hûnê fîþek mîþekan bi rastî jî biteqînin û xelkê me yê ji berê de
bêzarbûyî bixin bin zerar û ziyanê. Ev rêya ne rast e.
2-Serokê NETEWIYAYÎ ya me temamê kurda dixwaze li çiyayê Kurdistanê serî
bitewîne! Em ji wî ricayê dikin bila têkilê me nebe, reya wî vekirî be. Lê madem
tu li çiyayê Kurdistanê yî, wê gavê jî serî netewîne qurban. Te em hetikandin!!
3-TEVGERA XILASIYA HEM DEMOKRATÎK HEM JÎ NETEWÎ dixwazin Kurdistanê rizgarbikin
ji derveyê welat. Heyra bi Xwedê ev rê pir xweþ e. Yanê pir rehet e, hêsan e û
pir maqûl e jî. Loma em dibêjin ev tam li gorî me ye. Ne hewce ye ku em
aþtî-maþtiyê jî bixwazin. Hema em ji xwe di nav aþtiyê de ne. Yanî bi kevirek em
du çûkan dixînin.
4-Tevgera Xwarina Keda Gerîlla. Bi Xwedê ev tevger pir piralî ye. Hema li her
derê, li jêr her navî hene. Hinek ji van têkoþîna xwe li nav þaredariyan
berdewam dikin. Hinek jî dîsan wek dema berî 12'yê îlonê di dernega de vî karî
dikin.
Grûba pêþî hînî xwarina pere bûne. Grûba duduya jî ji ser riya ku gerîlla ji wan
re vekiriye dimeþin û siyaseta pir demokratîkî dikin. Erê pir xweþ e, lê ji bîr
mekin ku Kurd êdî bi ..ûna we hesiyane. Ne têkoþîn hûn hîna nizanin bi rêde
bimeþin. Dîsa jî mîna alaman dibêjin Got lack! (*)
Ji ber pratîka berê ya van kesan, em malê xwe nas dikin.
Cino dibêje kî dûrî we
be nêzî Þoreþê ye.