<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Heso lotikek li xwedanê malpera Serwext.com ê Dr.Cuwan Heqî xist

 

Cemîlê Çargurçik- 07/07/08-Swêd-

 

Serê xwedanê Malpera Serwext.com ê Dr.Cuwan Heqî bi Heso re ketiye belayeke pir mezin. Hûne vêga bêjin hop yabo hop! Ka bêje hele ev Heso kîye bi çi reng û qewetê dikare bela xwe di birêz Dr.Cuwan bide? Welle cîgerlerim, roja þemîya bihurî Dr.Cuwan, ez yanî Cemîle Çargurçik û hevalekî ezîz ezimandin Xarin û

vexarinê.

 

Ha cîgerlerim, min li jorê go hevalê minî EZÎZ! Divê hûn vê bi gotina biraderên meyî  baþûrî tevlihev nekim. Hûn zanin go gava biraderên me yên baþurî ji yekî re dibên “Ti EZÎZΔ yanî bibên ti qûnekî. Ji ber wê li xwe mikayit bin û ti wextî nebin EZÎZê ber dilê biraderekan. Lê bi hezar telaqan min bi terbîya bakurîyan ji hevalê xweyî EZÎZ re go EZÎZ!

 

 De neyse, ezê zêde serê we neeþînim û vegerim ser mijara xwe. Wek min got em çûn cem dostê xwe Dr.Cuwan. Gava me dest bi birajtina goþt kir, min dî ji wê de wa pisîkek qure bi fikfike tê. Te digo qey nîvê dinyê yê wî û nîvê din jî Yezdanê dilovan afirandiye. Berî ku ez ji Dr.Cuwan bipirsim, wî ji awirên min pê derxis ku ez dixwazim tiþtekî jê bipirsim. Doktor axînek kûr kiþand û dest bi çiroka xwe kir.

 

 

Go:

 

Ez nizanim bê ka ez ê ji kîjan deverê test pê bikim? Win vê PÝSÎKA ha dibînin ne? Ewê hetka me biriye. Ezê zêde bi dîrokê de neçim, ezê ji sibata borî dest pê bikim. Ji bo bûyerên sibata buhurî van cîranên me komeleyek bi navê “Maxdûrên HESO di Gulana Bihurî de” ava kirin.

 

 Ha min ji bîr kir ji we re bêjim ku HESO navê pisîka Dr.Cuwan e.) Min û hevalên meyî muþterek ê Pir EZÎZ gelek meraq dikir bê ka wê Dr. meselê bi kur ve girêde. Werhasil cîgerlerim, hûn nabê evî dîn dijminê HESO di sibata bihurî de TECAWUZÎ 14 MÝRÝÞKAN kiriye û li ser wan bûyeran cîranên doktor jî rabûne komeleyek avakirine. û Þikir ji dana xwederê ku cîranên doctor tev SWEDÎ ne, an na xwedê wekîle wê hem doktor hem jî Hesoyê tecawizçî dabûna ber gule û fîþekên keleþkofê. le bereket versin ew Swêdî ne û qîma xwe bi biryara dadê tînin.

 

 Li gor ahahiye doktor Cuwan da me, wê serê her ganeke Heso li ser textor bi 5 hezarên Swedî bikelife.

 

Gelî Ezîzekan, li ser wan biyaran, doktor biryar wergirtiye ku xwe ji Heso xelas ke. Ji xwe derket holê ku doktor dixwest ji bo LOTÝKXANÊ kul û derdê xwe û Hesoyê tecawizcî binvîsîne.

 

Werhasil, ciwamêrê doktor em ezimandin û hela helayek mezin ji me re li dar xist. Bi telaqê Hesoyê tecawizcî, havîna Swêdê wek bihuþtê ye. Lê doktorê me di nav vê bihuþta Swêdê de ket ber lotikên Hesoyê lotikvan û bihuþta Swêdê lê bû cehneme.

Cîgerler, ezîzekanler.... Ger hinek xwedanxêr hebin û destê vî Hesoyê tecavizcî ji qirika Dr.Cuwanr xelas bikin, wê hem doktor û hem em ezîzekan kêfxweþ bibin. Em qirûþekî ji we nastînin ellawekîl. Hesoyê me bê qelen e. Heçê bixwaze xêrekê bi xwe bike, bila serî li malpera serwext.com ê bixe û hûn sax!