Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Dawîya dinyayê nêzîk dibe

Bavê Jînê-17/12/07-Dinya-

Li gor gotin û fesadiyên lêkolîner û qeþakologan, wê heta çar salan çiyayên qeþa bi tevahî bihelin û ava derya û okyanûsan þeþ mitrowan bilind bibe. Heke çareserîyek jê re neyê ditin, dawîya “dinyayê nêzik e.” Ev pirsgirêk ya herkesî ye! Hewceye herkes ji alîyê xwe de li çareserîyan bigere.

Em jî wek Lotikxane, li pispor û pêþbînê xwe Bavê Jînê gerîyan û hevpeyvînek kurt pêre kir.

Lotikxane: Birêz B.J, tê gotin ku çiyayên qeþa dihelin û dawîya dinyayê nêzîk dibe. Dîtinên te li ser vê yekê çine?

B.J: Ku çiyayên qeþayê helîyan, welatên nêzik deryayê wê di bin avê de bimînin. Paþê “ji ber germê “wê ew av bibe hilm (bixar) derkeve esmanan, wê ji esmanan dîsa bibe baran û birije erdê. Ji ber van baranan wê lêmiþt û lehî rabin. Wê dinya bibe  “fisilav û tiredûman”.  Tofana Nûh wê rabe. Dinya wê vegere ser qewlê xwe yê berê. Bi tenê wê Kurdên çiyayên Zaroj ( zagros ) yên derdora Hekarya bimînin.  Li wan çiyan nifusa Kurdan wê zêde bibe. Ev rewþ wê sedsalan baþo. Paþê wê av hêdî hêdî xwe vekêþîne, ji nû ve wê li deþtan jiyan destpê bike. Beþek ji Kurdan wê dakevin deþtê û ji deþtê belavî dinyayê bibin. Hinek wê biçin Amerîka , hinek wê biçin Ewropa, hinek jî wê li cihên din yên avlêçikyayî belav bibin  Heke hûn bi ya min bikin xwe bilezînin û hihek erd ji çiyayên Zaroj ji xwe re bikirin. Jibo kirînê serî li wezareta avadankirina çiyayên Zaroj xin.  Bilasebeb xanî û avahîyan li bajarên Tirkan nekirin û wan dewlemend nekin. Ji xwe wê lehî û tofan rabe û hûnê li qûnê rûnin. Ji me gotin û li we kirin û hûn sax.