Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Çoban Sulo jî dest bi zîtirkan kir

Gavan Silo- 08/10/08- Tirkiye- Wek hûn zanin, qûna ku elimî be tirran nikare dev jê berde. Her û her tirran dike û bêhna gennî bi ser civakê dixe. Îcar mesela me û Çoban Sulo jî ev e. Mêro zêdeyî 30 salî di desthilatdarîya Tirkiyê de lotikên qantirkî avêtin û serê gellekan xwar.

Sulêman Demîrelê ku tirr têde bûne fiss, hîna jî dev ji lotikên xwe bernade, tew radibe Kurdan jî tehdît dike û 101 naletê li bavê xwe tîne.

Dibêjin di derbarê êrîþa qereqola Bezelê de Çoban Sulo gotiye:”Binerrrr biner haaaaa! Bila Kurd biaqil bin û lotikan li dewleta me nexin. Yaw qerdeþim, hûn di vê dewleta doþirme û çeqilmast de dibin wezîr, dibin general, dibin polîs û hetta dibin homoseksuel jî. Êêêêê, naxwe hûn çi dixwazin qerdeþim?” filan û fîstan.

 Erê lo, ji kero weye ku hema Kurd cilika bênamûsîyê bavêjin serê xwe û di dewleta virqo de bibin wezîr, bibin as-kerrrrrr û polîs mesele safî bûye.

Ûlan oxlim, kurê nizanim çi, ka te li Amedê digot “ez hebûna pirsgirêka Kurd qebûl dikim” oxlim?

Ma pirsgirêka Kurd wezîrtî, as-kerrrrrr tî û meqamên dewletê ne, min di te kiro!?