Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Colemêrg û gemarbûna hewayê
Bavê Jîndar-31/12/07-Colemêrg-
Bajarê çiya û hilma paqij Colemêrg , jiber tûnebûna gaza xweristî, nemana daran li gelîyê Colemêrgê û tunebûna kar, rûniþtvanên Colemêrgê rewjîya erzan a Þirnexê disojin. Lewre di zivistanê de bajarê herî hewa wê bi qirêj û gemarî dibe bajarê Colemêrgê. Li bajêr ji ber dûkêla ji karolûferan derdikeve, mirov nikarin bêhnê bidin û bistînin.
Gava zaro serê siban diçin dibistanan, ji ber gemarîya hewa, devên xwe bi destmalan digirin. Bixwe toz û gemarîya bajêr a havînê derdeke din e. Rûniþtvanên bajêr, ji sedî heþtê bi nexweþîyên wek, penceþêr, zixtrabûn, þekir bilinbûn û dilêþê ketine.
Li gor gotin û fesadîyên rayedarên bajarê Colemêrgê, heke çareserîyek jêre neyê dîtin, ji ber koçberî û mirinan, heta deh salan wê bajar vala bibe.
Îcar gelî Colemêrgîyan, ji dewsa hûn serê xwe bi dûriþmên tenduristiya kesekî bêþînin û jibo wî derkevin kolan û kûçan, jibo paqijiya bajêr û xweristê derkevin kolanan û rewþa xwe ragihînin raya giþtî. An jî hûnê ji derveyî van nexweþîyan ji mêranî jî bikevin ,êdî wê hew li we rabe û hûnê bê dûnde jî bimînin ellawekîl! Îcar hûn zanin!