Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Cubbelî kerxanecî efendî bû seksologê îslamê!

Sofî Xelef-03/09/07-Cubbelî Ahmet Xoce, dest bi „Rêbaza Seksa Îslamî“ kir û mêrik xwe kir seksolog jî. Ahmet Efendîyê ku berî demekê di nava behrê de dest bi lotikên avjenîyê kiribû, di vîdeoklîpekê de dest avêt pirsgirêka doxîna jin û mêr û dibêje:“Jinên cemeeta me, jinên endamên cemeeta me gilî û gazinan ji mêrên xwe dikin ku ew ji paþ de doza lotikan li wan dikin, dixwazin bi riya tabûta (anûs) jinên xwe xwe nerm û germ bikin. Ev ne li gora dînê îslamê ye. Divê mêrê misilman ne ji paþ de lê ji pêþ de bide zîtirkan“ filan û bêvan.

 

   Yanî Cubbelî Ahmet efendî her pirsgirêkên îslamê safî kiriye, seks mabû mêrik dest avêt çareserîya pêþ yan paþ jî.

 

   De binerin lo, jinên cemeeta Ahmet efendî tên cem wî û jê re dibêjin:“Xoce, mêrên me hingî li van flîmên seksê dinerin, dixwazin wek wan flîman bînin serê me. Dixwazin kerîkî û bergîlkî li me siwarên. Carna jî dixwazin bi herdu tenûrên me nanê þilikî pê vedin“ filan û fîstan.

 

    Yaaaaa, hûn dibînin bê di cemeeta Cubbelî Ahmet efendî de çi demokrasî heye ne wilo! Jinên cemeeta Ahmet efendî tên cem wî, jê re behsa nav doxîna xwe dikin û Ahmet efendî jî nav þexê xwe difirkîne. Îcar Xwedê zane bê kerxanecî Ahmet efendî çi tîne serê wan jinan, pekkkkkkk!

 

  Werhasil, heçê bi Tirkî zanibe, bela li vîdeoya Cubbelî Ahmet efendî temaþe bike. Temaþe bikin bê çawa zimanê Ahmet efendî li hev diherbile gava behsa paþ û pêþ dike, xwêdan pê dikeve û ji heyecanê xwêsîya wî di qirika wî de dimîne.

 

   Ê hey qûnde, ma serê te bi doxîna jin û mêr ketiye oxlim? Jin û mêrên hev in, ji kîjan alî êrîþî hev dikin ji te re çi hêê?