Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

Nesaxkê li vê malê, xwedê negihîne serê salê                                                     cudimirad@yahoo.com

 

Cûdî Mirad- 20/11/08-Kurdistan- Ev demek dirêje çi xeber û nûçe ji milê/alîyê girava îmralîyê ne derdiket. Bi tinê wek rehmetîyên Mehme Arif û Hesenê Cizrawî digot “ez nexweþim”. Lê mixabin tiþtên dî jî di vê heftîya borî de hatin gotin. “Dewletçîk”…

 

De ka babo emê dîsa serê xwe bi vê gotinê ve bêþînîn. Wek hûn xwendevanên hêja jî dizanin, ji xwe “xwedîyê Girava Îmralîyê”, xwedayê Kurdên binerd û sererd û yê hê nehatî ser dinyayê ye. Kurd ewî anîye, ewî xuliqandîye. Ewî þekl û þîmal dayîyê. Hwld. 

 

Min û hevalekî xwe pêþîya niho bi du-sê rojan li ser vê bûyînê/bûyerê/gotinê/minaqeþe dikir. Ji min re meseleyek got hevalê min.

 

Li navçeya Silopî (Girgê) gundik heye navê wî gundî Zêdga ye. Li Zêdga dema feqîrî û tinebûnê ye. Salên pêþîya niho 20-25…Vê demê libas/kinç gelek kêm in. Hemû kesî serê þexsî yek libas heye. Û her rojên înê pîrekên/jinên/ gundîya diçin ser celal/çem/ wan libasa diþûn, ziha dikin û tînin didin malxwê malê. An jî kurên malê da bi cilên pakij biçin xutba înê.

 

Rojek rojên înê dîsa gund ji jina vala bîye. Hemû jin û keçên Zêdga çûne ser avê da balava xwe bikin û cilên zelaman bînin bigihînin zelama. Du qereçok/qereçî/ jî ji xwe re di gund de digerin/parsê dikin. Lê xebera qereçokan ji înîya Zêdigya nîne. Diçin malan ji xwe re digerin/pars dikin… ar/arvan, savar, duhn/rûn, hwd. Ka xwedê çi kiribe qismet didin hev. Navê wan jinikên/pîrekên/ qereçok yek Fatê ye yek jî Xezo ye.

   Bila Xaltîka Fatê j imin aciz nebe. Xwedê min neêxe devê Xaltîka Fatê de rebbî!

 

Fatê diçe malekê destê xwe li derî/dergeh/ dixe. Ew mala ha mala Neimê ye. Ji malde:

-  Ew kîye?

-  Ez im, rebena xwedê ji xwe re digerim. Ka xwedê çi bike nesîp hûn bidin min ezê

bim ji zarokên xwe re. Zarokên min li mal birsî ne.

-         Bila ser sera û ser çava. Lê ez nexweþim. Li nav nivîna/lihêfa/ de me. Nikarim rabim. Heger tê bikarî derî vekî li piþ derî jî arvanê me heye. Kisikê me tejî ar e. Tê bi xwe dagirî pazona xwe an jî telîsê xwe. Te çiqas bivê dagire.

 

Fatê hizir dike. Hemû mal fitrig ar dide wê. Lê ev mal dibêje te çiqas bivê ji xwe re bibe. Derî vedike û dikeve malê. Li piþ derî arvan heye û tejîye jî. Xwe daholigîne arvan, derê/devê arvan vedike û parzona xwe/kîsê xwe kardike tejî bike. Lê Neimê paþve digihêtê û dawa wê li serê wê dialîne û xwe rihet dike. Fatê filtî filtî ji destê Neimê derdikeve û direve. Li ber dîwêr bêhna xweya çikyayî fireh dike. Paþê fediki/dinêre Xezoyê çû mala Neimê. Zû bi zû gazî Xezo dike.

- Keçê tê kûve çî?

-Ezê çim vê malê ji xwere gerim. Ka çi nesîp be bila bidin min.

- Keçê neçe wê malê,

Ne nesaxkê/nexweþkê li wê malê

Xwedê negihîne serê salê.

Bi vî þiklî Fatê tiþta hatî serê wê ji Xezore dibêje.

Ka emê tiþta dilê xwe kengî bêjîn hey hewarrrrrrrrr! Alahwekîl nizanim hêdî çi bêjim.. Tirr ji me hatîye berdan. Wek mirîþka gêj li me hatiye. Ka xwedê vêcarê jî bila ya bi xêr neki lao. Kêmanî hebe jî efo nekin qardeþim. Hêdî bese laooo..!

 

Osko mabû wî jî da ber me! Hey hewarrrrr 110 carî hewar!

Cûdî Mirad- 13/09/08-Kurdistan-

 Dibêjin Oskoyê Keçel da bin dûvê welatperwerîyê û welatparêzîyê û berxwedanîyê. Kuro ma me Îsa kujtîye an Mûsa bavê min? Xwedê topa xwe li me gelê Kurd xistiye. Ev çîye em ji destê wan herduya dikþînin babo? Bes e… Welle û bille û tille bese loo! Bi sê telaqên bê fito bes e..!

 

De ka werin wî kerî bînin ber wî barî. De xwedêyo, qey me heqkiriye babo, hella hellaaa! Oskoyê me bêrîya Rihayê an jî Enqerê kiriye. Nizani çawa xwe û birayê xwe di çavê dewleta -kera di dîya wî gayî yê serê serî de ber/kevir danî ser ber/kevir- qatilê bi deh hezaran Kurdan de þîrîn biki, ê de were çi lotikan belav diki bike babam?

  

Yabo bi þerefa Osko bi min çi fêhm nekir. Ez ser vê biryarê matmayî mam weyy… Ji xwe mêrê dîya me hemûya her “qere çarþembê” diaxivi. Erê babo ev Osko ji ku derket?

 

Tirk bê sebep nabêjin masî ji serî bêhno dibi. Hegî birakê te jî negotîya yê te jî ne gotîya bira. Em dizanîn ka kanîya avê ji ku þêlo dibi.. Pîroz û bimbarik bi ji te û birakê te re t.c. (tirr cimhuriyetî). Wey babo. Dev ji me berdin hûn bi xwedê kîn. Em bîn malxwê malê û hûn bîn diz looo. De ka were vê qebhetê.  

 

De ka were Osko can were. Ka tê çi gûyî belav bikî bike. Were babo were. Yek ne besbî bûn dudu. Yezdanê dilovan me biparêze rebbî. De ka ya bi xêr. Çawa be em elimî ne/hîn bîne her “qere çarþema”.

 

 De xwedê bike di serî de pirça/porê te bê kurkirin. Hema ti di dîya wî bigê yên ji ber te pirça/pora xwe kur biki û lotiknaxe saxxx!! 

 

cudimirad@yahoo.com