Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Ev çi dahbe ne ya xweda!
Sofî Xelef-16/02/08- Ya rebbî tu me ji dahbetî, nezanî û hovîtîyê biparêzi.
Ya rebbî tu me bi navê ol û dîn, xwendin û teswîfa xelet kor neki.
Ya rebbî tu me neki wek van Tirk, Ereb û Ecemên ku bi navê dînê îslamê li dijî hezkirin û evîna insên derdikevin.
Û ya rebbî, rojek berî rojekê nîrên koledarîya van mexlûqatan ji stuyê me Kurdên reben derêxe. Amînnnnn!
De ji xwe re li van dahbeyên jor binerin û bifikirin.
We di kîjan dînî de dîtiye ku dîndar li dijî hezkirin û evîna insên derkevin? Di kîjan pirtûk û ayetên pîroz de hezkirin hatiye qedexekirin?
Em zêde nakin. Hema li wêneyên van dahbeyan binerin hûnê fêhm bikin bê dîn çawa tê berevajî kirin.