Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

Ev çîçek tirr û fissan dike

Elî Efrînî- 03/11/08-Sydney- Kesî ji we dîtiye ku çîçek, dar û ber tir û fissan bikin? Min dît ellawekîl. Hem jî bîhna tirr û fissên vê çîçekê wilo ye ku meriv bê eraq serxweþ dike.

Li Awistralya bajarê Sydneyê çîçeka bi navê “Amorphophallûs Tîtanûm”, çîçekek nadir e. Kêm tê dîtin û kêm kulîlkan vedike. Lê ku kulîlkên xwe vekirin jî, îcar bîhna mirara jê tê û kes nikare 10 deqîqan xwe li ber bîhna wê bigre. Welatê vê gulê bi xwe Endonezya ye.

Tê gotin ku bîhna wê ji bîhna penîrê sîrik ê Botîyan jî dijwatir e û bîhna wê 800 metroyî li derûdorê belav dibe.

Min bi xwe ev çîçek bîhn kir ellawekîl. Bîhna wê sedî sed wek tirr û fissên Beþar El Esed in bi xwedê.

Ger hûn bawer nekin, keremkin hûn jî werin biceribînin exûyî.