Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Swêdî Kurd derketin
Hem jî bi delîl û îspat
21/10/07-Swêd-Xwendevanê Lotikxanê bi navê "Cîhan" ev wêneyê xweþik li Swêdê, herêma Dalarna kiþandiye. Xuyaye wêne pir bala xwendevanê me kiþandiye, hema bi lezûbez ji me re þandiye û dibêje:"Wêne li min û þirove li we" û dixwaze em vê dara xweþik û seksî þirove bikin.
Îcar ji xwe re li keramet û delîlên kesanedî binerin. Li vê darê baþ binerin û hûn bixwe þiroveyên xwe bikin.
Ê me bi xwe þirova me ev e.
Gava tofana Nuh Pêxember qewimî û keþtîya wî li Çiyayê Cûdî yan Agirîyê sekinî, insanetî jî ji wir li dinyayê belav bû. Dibêjin wê demê kurê Nuh Pêxember ê bi navê Xincero doza zewacê li bavê xwe kiriye. Lê gava bavê wî nikare qelenê jinekê jê re bide ser hev, Xincero jî radibe buxçika xwe dide ser milê xwe û berê xwe dide Îskandînavya, welatê ku niha jê re dibêjin "Swerige-Swêd).
Xincero dibîne ku li vî welatî mexlûqatek bi navê insan tuneye, radibe bi darekê re, bi dara "Sêvê" re dizewice. Dibêjin di þeva pêþîn de Xincero û Dara Sêvê hevdu wilo himbêz dikin û bi carekê hiþk û hola dibin û þilfî tazî, þût û rût ziwa dibin, þipyakî dimrin.
Îcar piþtî mirina wan bi sedsalan, kurmikên ku ji vê darê dixuluqin, di nava demê de dibin insan û navê "Wîkîng" li xwe dikin. Piþtre jî ew Wîkîngên dirinde dibin Swêdîyên sernermik, xweþik û seksî.
Îcar li ser bextê we be, ji vê delîl û îspata me xurttir delîl hene? Ma îcar Swêdî sedî sed ne Kurd in?
Bi namûs belêêêêêêêêê! Her bijîn Svensson, xwarziyê Kurdan!