Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Pêwendî û Rexne

Dara Bilek

Eve demek e cureyên pêwendiyan di nav baþûrê Kurdistan û beþen din yen Kurdistanê de têne minaqeþekirin. Taybetî di civatên siyasetmedar û rewþenbîrên bakûrê Kurdistanê de ev yek gelek tê rojevê û minaqeþe li ser tê kirin. Bê guman piraniya caran minaqeþe bi awayê gazindan tê domandin, yanî gazind li þeklê têkiliyên desthilatdariya baþûrê Kurdistanê têne kirin.

Îro her kurdekî berê xwe daye baþur, hêviyê her kesekî ji desthilatdariya baþurê Kurdistanê hene. Gelek caran hinek kar li gora daxwaziya mirovan pêk naye û gelek caran ew tiþtên ku mirov hêvî dike çênabin. Desthilata baþurê Kurdistanê ji bo destkeftiyên xwe biparêze di nav xire cirekî gelek mezin deye. Em dinêrin ku serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bûye hêviya gelên Kurdistanê di hemî beþî de. Elbet wê rewþenbîr, siyasetmedar û zanayên kurd di derbarê rewþa baþurê Kurdistanê de dîtinên xwe bêjin û rexneyan bikin û buyerên çêdibin li gora bîr û baweriyên xwe þirove bikin. Lê gerek ev rexne ne gazindên kesayetî bin. Rexna ji bo serastkirina çewtiyan be û rexne gerek erênî bin da ku bigihe armanca xwe.

Di baweriya min de ger mirov di pencera netewî li pirsên heyî binêre, dê mirov di rexneyen xwe de gelek objektif be. Lê eger mirov li gora berjewendiyên xwe yên kesayetî li bûyeran binêre û binirxîne, dê mirov bi tu awayî ne objektîf be û dê bikeve di nav çewtiyan de.

Car caran mirov dibîne ku hinek nirxandinên li ser baþur ji sînorê rexnegeriyê derbas dibe û dibe tawanbariyek, ev yek zererê dide tevgera Kurd û dijberiyekî di nav kurdan de peyda dike. Ji berî niha demekî min li ser cureyên pêwendiyan di malpera Kurdistantv de nivîsek nivîsandibû. Ezê di beþek ji vê nivîse li jêr carekedin dubare bikin.

"...Pêwendî û piþtgiriyên ku di vê qonaxê de heyîn, mirov dikarê di du beþan de binirxîne.

Yekem: Piraniya rêxistin, siyasetmedar û rewþenbîrên ku berê xwe dana baþurê Kurdistanê, dixwazin li gora pêþketinên li vê derê dibin siyasetê bikin û di beþen xwe de hewl didin ku ji tecrûbeyên baþur feydeyekî bibînin. Ev beþ destkeftiyên baþur ji bo siyaseta xwe wek mînakek dibînin û zemînê ku li baþur peydabûyî di beþen xwe de ji bo mafên xwe yên rewa bikin zemînek huqukî di qada navneteweyî de. Vê yekê ve girêdayî destkeftiyên baþur destkeftiyên xwe dibînin û dixwazin baþur wek bîbuka çavên xwe biparêzin. Ji xwe gerek her kurdek welatparêz vê yekê di tebîetê xwe de bike. Her weha li gora vî beþî xwedî derketin û parastina destkeftiyên baþur, erkek netewiye û ji bo serkeftina Tevgera Kurd a Azadixwaz demaneke. Ev beþ her weha bawer dikin ku, gerek her tevgerek xwe di beþe xwe de hêz bike û bikaribê tevgerek xurt pêkbînê, dema mirov di beþe xwe de xurt be bêhtir mirov dikare baþurê Kurdistanê jî biparêze ji bo vê derê bibe sêncek.

Duyem: Mixabin gelek kes jî li gora berjewendiyên xwe yên kesayetî li baþur dinêrin û li ser vî bingehî jî piþtgiriya destkeftiyîn baþurê Kurdistanê dikin. Ev kes di tebîetê xwe de gelek melaqin û li gora berjewendiyên xwe car caran gelek xurt piþgiriyê dikin û dema berjewendiyên wan pêknewe jî di cih de cureyê piþgiriya xwe diguherînin. Ev gruba hanê di hinek qonaxa de tesîrek ne erênî li peywandiyan dirust dike.

Ez bawer dikim piraniya me vê yekê baþ dizanin. Lê ev yek bi awayekî nakevê rojevê. Gerek ev yek baþ bête nirxandin da ku di pêþerojê de nebe sedemê pirsgirêkên mezin. Di hinek qonaxan de veqetandina reþ û spî ji hev û din pêwistiyeke û di berjewendiyê Tevgera Kurd de ye.

Bêguman dema mirov dîroka siyasî ya Tevgera Kurd baþ binirxîne, ev yek di her qonaxê de çêbûye û zererên mezin daye Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê. Min di vê nivîsê de xwest ez tenê îsaretî vê pirsgirêka naxwuyê yan jî veþartî bikim.

Gerek em hemî çi wek dezgeh çi wek kesayet pirsa peywendiyên xwe yên li gel baþûr gelek hesas bin û rê nedin ku bi tu awayê zererê zanebîn yan ne zanebîn bidin tevgera Kurdistanî û destkeftiyên wê..

02.10.2007

Kurdish Regional Gouwerment KRG