<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Adarê me jî serê xwe girêda

Reþo Mêrdînî- 22/07/08-Nisêbîn- Erê dinyayê, wext çi zû derbas bide wey liminnnn! Tê bîra min gava me di daweta dê û bavê Adar de govend digirt û lotik davêtin. Lê me nizanîbû wê zeman wek avê biherike û emê di daweta Adarê kurê serokê þaredarîya Nisêbînê Dr. Mehmet Tanhan de jî govendê bigrin û bilîlînin.

   Neyse, kurê Dr.Mehmet Tanhanê Omerî Adar jî zewicî û serê xwe girêda. Em nizanin serê wî dêþya yan na, lê girêdana serî heta bi roja qiyametê jî dewam dike. Îcar ew û nesîbê xwe.

   Dibêjin di dawetê de Behramo bi kemança xwe û Çeçano jî bi tembûra xwe  îmana dawetê teneke kirine û millet rakirine ser tapana. Di dawetê de wekîlê kevn ê DTP Selîm Sadak û gellek nûnerên DTP yên herêmê beþdarî dawetê bûne û xwe di dawetê de hejandine.

   Lê tiþtê bala me kiþand ev bû ku, „Elîkê Betê“ yanî Þemoyê mitirb beþdarî dawetê nebûbû. Li gora ku peyamnêrê Lotikxanê dibêje, Þemoyê mitirb li Nisêbînê wek Elîkê Betê bi nav û deng e û herkes xwe jê disitirîne.

   Þemoyê me ji peyamnêrê me re got:“Bang li sedan kes kirin lê yekî wek min xweþmêr dawet nekirin. Ez ji îro û pêde hew raya xwe didin Mihemedê Omerî birê min, wîî! Ji xwe hebûn û nebûna me bi dawetan ve girêdayî ye. Heger ji dawetan çend qirûþ nekevin bêrîka me, emê ji nêza bimrim cîgerim. Þaredarî ji bo welat û millet heye. Li gora ku ez jî ferdekî vî milletî me, divê serok Mihemed ban min jî kiriba û çend qirûþ têxista kodika kemançe û dahola min, ma ez ji Eyþika Ereb im!“ filan û fîstan. 

De neyse,

Henek li alîyekî, em zewaca Adar pîroz dikin, jê re jiyanek bextewar dixwazin û hêvîdarin wê Dr.Mihemed li ber dilê Þemo here û bê, wî bîne ser rêya îmanê û hûn sax!