<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Heçê bi mal in bi xaltîk û xal in
Cembelîyê Botî-18/08/08-Colemêrg- Gava ez zewicîm û min daweta xwe li dar xist, bi zor û heft bela mesrefa dawetê, xwarin û vexwarinê derket. Çima? Ji ber go bê mal bûm, bê xaltîk û xal bûm. Lê axa û girgirekên me? Wey maþelle, bûkên wan nikarin di bin zêr û zîv û peran de rabin ser xwe. Meselen dawetên axa û serokeþîrênwek mala Zeydanan dibin qîr û qiyamet û di dawetê de dê weledên xwe davêjin. Çima? Axa ye, serokeþîr e, wekîlê parlamentoya Tirko ye, destê wî dirêj e, dewlet û mîr û paþa ye. Ê helbet canim, ma xelk bêaqile bê daweta yekî wek min feqîr û belengaz û 18 kîlo zêr, 320 hezar lîre bi min û jina min vekin? Na, na, bi sê telaqan li vê dinyayê jî û li axretê jî heçê bi mal be bi xaltîk û xal e û hûn sax! Werhasil, qede bi feqîrtî û vê bêedaletîyê keve û xelas!
|
|