Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Egîdê Cimo bû Amedî!

Senger Îloz- 04/02/08- Amed-

Me digot Kevirbirî didirîne na yabo na! Me Egîdê Cimo jî bi çavên xwe dît. Êdî mirin nîn e! Mîrê bilûrê hat Amedê û bilûra þivanê bajêr çawa girt, bi xewn û xiyalên vegera welêt lûrand û hey lûrand! Bilûrvanê bi nav û deng herwiha xwest giyana xwe ya ciwanî jî li Amedê bidomîne. Bijî û her bijî Egîdê Cimo!

Li me negire bavê mino, gotineke me ji te re heye. Tu dizanî çaxê bav û bapîrên te koçber bûn pezê xwe jî bi xwe re biribûn. Dîsa bawerim ji me bêhtir tu têdigihîjî ku tu yê nikaribî peywendiyê bi Amediyan re deynî. Li wan deran kýrýx mýrýx hene ku derpê jî bi mirov re nahêlîn! Weke Lotikxane em ji te tika û rica dikin bi þaredar neyê xapandin. Ew bi xwe jî bê ewlehî dernayê nav bajêr. 

Bila madê te tirþo mirþo nebe, gotinek meyî din jî heye: Tu her Egîdê, Mêrxasê Cimoyî, lê ji bo guhdariya bilûra te li wir tu pez nemaye ! Bilûrvanê navudengî, eger bixwazî li ser dîwarekî hember bexçeyên Hewselê bi tena serê xwe bilûrînî fermo! Me ya xwe got. Paþê nebêje, “Erê erê wey li min pepûko li min evdalo ev çibû min bi serê xwe kir û ketim vî halê xerab”  Wê çaxê berdevkê dengbêj û bilûrvanên Kurdistanê Salihê Kevirbirî jî nikare bi hewara te ve were! Mexeyide, lê wê êdî “Zindîkujên Mirîperest”  jî li ser te lotikan bavêjin.

Vir nexwînin xeter e!

Kevirbirî Kiye? Ev çend sal in ku tu dengbêj nehiþtiye li ser rûyê erdzemînê ku bi wan re lotikên dengbêjî neavêtiye. Demekê di Sibîrya re derketibû û li wir jî li dû þopa dengbêjan bû. Beriya here me gotê kurik ev çi kar e tu çi ji van rebena dixwazî, dþvê wan berde wan azad bike  bavê min. Ma ji kî re dibêjî yabo! Di ket guhekî ji yê din derdiket. Berdevkê dengbêjan, te jî bi çavê xwe dît ku rebenê Cimo hat Amedê. Ma qey te tiþtekî baþ kir ew bi wan da naskirin.

Kekê mino binêre, te got Egîdê Cimo Egîdê Cimo mîrê bilûrê û werhasil…Te wisa kir ku rebeno ji þerma xwe hew vegere radyoya Êrîvanê jî! Weyyyyyyy li minêêêê…...

 

 

Niv îsên berê

Bêmane, bêmane çiye?

Senger Îloz – 02/02/08-Kurdistan-Li hin herêmên Kurdistana bakur bêjeyek heye ku, tu bêjî nabe nebêjî jî nabe! Peyva bêmane di gelek civîn û civatên rojane de wisa tê bikaranîn ku em þaþmayî dimînin.

Bêmane ez doh çûm bajêr“. Ji ber ku destpêka axaftinê dorpêç dike ev bêjeya me ya sosret, bêmane dibe hemû mane hemû mane jî mixabin dibin bêmane! Ji bo çi tu çûyî bajêr kekê mino? Ma çûyîna te ya bajêr xwedî mane nîn e? An jî tu li bajêr hin tiþtên bi dizî dikî! Gelo tu li bajêr diçî gel xanimên lotikvan! De bêje bavê mino ev çi bêmane ye?

Þaþ fahm nekin bêmane! Ev kesên ku bi piranî li herêma torê (Mêrdîn û hin navçeyên Batmanê) ne û bi bêmane nav û deng dane, bi temenê xwe ji min û we xwendevanên hêja mezintir in. Her wiha ev kes bi xwe rûsipiyên nav civatê ne. Ku ne vir (derew) be, wekî lêkolîner em li ser navê Lotikxanê çûn herêmê da ku li ser bêmane lêbikolin. Kalemêrek derket pêþiya me bêmane! Kalemêr bi xwezayî bêmane bi mane kir ku tu hewcedariya me li ser zanîna vê bêjeyê nehiþt. De kerem bikin diyalogên me.

Lotikxane:  Apo ma tu mêvanan dihewînî?

Kalemêr: Wey hûn li ser çavê min hatin. De werin hûndir kerem kin.

Lotikxane: Apo navê te çiye?

Kalemêr: Bêmane Sofî Hesen!

Lotikxane: Apo xwedê zêdetir bike, emrê te çiqas e?

Kalemêr: Bêmane 72 ye.

Lotikxane: Apo ma tu Lotikxanê zanî?

Kalemêr: Bêmane Lotikxane çiye? (Lotikvan li ser vê gotin kalemêr hêrs dibe.)

Lotikxane: Apo Lotikxane ne weke ku tu dibêjî bêmane ye. Lotikxane bêmane bimane ye!

De werin safî bikin. Kalo em jî bêmane kirin. Kuro dibêje bêmane Lotikxane! Waweylêêêêêê!

 

 

Mertalê þaredar û pedal!

Senger Îloz -01/02/08- Kurdistan- Dibêjin ji bo ku bajarê dîrokî Heskîf ji noqavkirinê bê rizgarkirin Koma Pedalên Bisiklêtan, hatiye avakirin û çalakiya xwe ya pêþî jî bi serkeftî pêk aniye. Ne havîne ne bihar e ne jî çaxê seyranê ye. Gelo di vê zivistana reþ de van ji me biaqiltiran çawa ji Dîlokê heta Batman û Heskîfê pedal zîvirandine?
Bibexþînin bavo! Em tê nagihin!

Herwiha li gorî saloxdayînên ajansan Þaredarê Batmanê Hiseynê Mertal (Kalkan) jî di ajotina bisiklêtan de piþtevaniya ciwanên pedalgêr kiriye. Dîsa li gor hin agahiyên çavkanî nediyar Þaredar Hiseyin bi tevgera ciwanên pedalgêr pir kêfxweþ bûye û rabûye ser lotikan.
 

Heta tê gotin ku, þaredar bisiklêtê ciwanekî desteser kiriye û xwestiye ew jî pedal bigerîne! Lê bila mala ixtiyariyê xirabe, dema rebeno li bisiklêtê siwar dibe totlanî hev dibe û digindire digindire digindire… Ji þikefteke Heskîfê  werdibe xwar! Þaredarê me tirseke mezin dixe nav gel. Av heyat e û ku ne ji ava çemê Heskîfê be koma pedalan jî ne dikarîbû þaredar ji noqavbûnê xilas bike.

Neyse, bi zimanê Tirkmancî gotinek heye; "Ava giden avlanýr." Em jî dîsa bi Tirkmanciya jorîn dibêjin; "Suya giden sulanýr." Kuro Hiseynê Mertal, tu zilamekî hêja nû hînî Tirkî bûyî, heta doh ji peyva, "Merhaba Batman" pê ve tu gotin ji devê te dernediket, çi karê te bi bisiklêtan re heye bavê min !

 Ji bo rizgarkirina Heskîfê jî ma hewcedarî bi hêzên derveyî Batmanê hebû! Hema tu bi serê xwe bes bûyî! Te Mertalên xwe bigirta û li ber dozer û mekîneyan siparte çêkira kakacan!

 

 

 

Daveta seyidên lotikvan, biborin Mercê û Xirbê!

 

Senger Îloz-29/01/08-Stenbol/ Seyidên lotikvan biborin (Mercê û Xirbê) ên Nisêbîna rengîn di daweta xwe de, serê lotikvanên dîsko û barên sosyeteyên Stenbolê xistin bin çengê wan. Di daweta ku li Ataköy Plazayê pek hat de, Koma Muzika Gel ango mirtibên Nisêbînê Behramo û koma wî ya kemaçê, weke ku ketibin dinyayeke nû lotik li ser lotikan avêtin.

 

Dema Behramo sehneya dawetê desteser kir ma kesî hunermend wêrîbû xwe nêz bike. Wele, dûvîkê kemaçê hazir bû! Her wiha vexwendiyên dawetê jî dan ber pihîn û dûvikê kemaçê ku, di nav lotikan de xwe winda kirin.Behramoyê bi eþqa dolaran þabaþ li ser þabaþan dikir, hiþt ku rebenê nizamçikoyê mêrdînî ku bi orkestraya xwe ji Þivanê Kurdî û Îboyê zikbirçiyê dengbiberz distra, ji dikê bi reva rev dakeve.

Di vê navberê de Sosyeteya Ataköyê li van dengên muzîka modern a Kurdî ecêbmayî mabûn. Rebena nizanîbûn gelo li ber van dengên þabaþan û memikên gihayî çawa lotikan bavêjîn. Xwedê alîkarê wan be. Bila hinek din sebr bikin, hindik maye mirtibên Kurdistanê bibin çandeke populer. Wê çaxê þabaþmendên weke Behramo û Simbêlbadayiyên wek Þemo jî wê bi qedirbilindî derkevin sehneyên Plaza û diskoyên sosyeteyên jixwerazî. Hûnê wê çaxê lotikvanên çîptazî bibînin ku çi lotikan davêjin li ber dûvikê kemaçeya Behramo!

 

Neyse, Cemaeta Seyîdan bi serkêþiya bavê zavê Seyîdê Kumikkeskî mezinê malê Mistefa, li ber kemaçe û stranên gelêrî heta berê sibê govend gerandin. 'Wê ocaxa seyidan bi me vede yabo! Em nikarin bibêjin stranên bêehlaqî ango argo jî!' Daweta birayê malbata karmend Ednan Çelîk û xwediyê Martýp'a Mêrdînê textorê hêja Kenan, roja yekþema borî hate kirin.

 Di vê daweta navborî de, Nisêbîniyan xwe bi govendê weke hevîr

                                   Þemsedîn (Þemo)

nermijandin.

 

Em li ser van hemû gotinan dîsa jî dibêjîn; ji zava û bûka me Hecî û Ýpek re ji ber ku bûne hinceta populerkirina þabaþ û kemaçê û lotikvanên sosyetê hesidandine xwe, jiyaneke bextewarî hêvî dikin.

 

                                            Behramo