Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

Daxuyanî

 

Ji Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata

Pêþverû Kurdî li Sûriye

Di vê dema nazik û balkêþ de ku herêm bi tevayî û welatê me Sûriye û miletê Kurd bi taybet têre derbas dibin, di dema ku bi þiyarî li hemberî her bûyer yan tiþtên nûderdikevin holê li vir yan li wir pêwiste bête sekinandin daku miletê xwe dûrî karesat û xerabiyê bihêlin, di dema ku di xebata xwe de em li dijî siyasetên þovînî yên ku li ser miletê me yê Kurd li Sûriyê tê meþandin disekinin, em li ser xebata xwe ya siyasî ya dîmoqratî û aþitî ya ku tevgera siyasî Kurdî ji 50 salî zêdetir wek rasttirîn þêweyê xebatê bikartîne dubare dikin;  em hemî gotinên çewt û xerab ên ku li ser devê kesên winda û veþartî tên belavkirin pirotisto û þermezar dikin. Ew kes dixwazin agirê berberî û nakokiyan gurtir bikin, ew agirê ku qet xizmeta tu beþî ji miletê Sûrî û di pêþî de miletê Kurd nake .

Herweha çi beyan yan daxuyanîyên ku sînorê xebata siyasî ya aþtî Kurdî li Sûrî derbas bike, yan xwe li çi karê çekdar bike xwedî, ew bi xwe qet ne ji miletê Kurd yê sûrî ye û ew dixwaze xebata wî ye siyasî ya durist bide êþandin. Bê guman, ew dibe pirojê pîlanekê bi zerertir ji rengekî din li ser rêbaza Kurd ya siyasiya zelal û dikeve xizmeta dijmin û dagîrkerên wî.

Û li ser vê bingehê, em bangewazî miletê xwe yê Kurd li Sûriyê dikin ku þirbe xwe ji van pîlanan biparêze ku hebûna Kurd û tevgera wî ya siyasî ya xebatker dikin ber tunebûnê. Em ji milet hêvî dikin ku agahdar be ku ev beyan û daxuyanî rengekî nû ye ku dujminê miletê me bikar tîne da ku tevgera wî ya welatparêz û xebatên wê yên dîmoqratî bi riya birînkirina rêbaza welatparêzîya durust û çandina nebaweriya pê beravêtî bike .

11.3.2008

Mekteba Siyasî ya

Partiya Demoqrata Pêþverû Kurdî li Sûriyê