Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Ji bona raya giþtî
Li ser axaftina serokwezirê Tirk ku li Elmanya bajarê Kölnê gotibû: "Asîmîlatîon sûcê li dijî mirovantiyê ye", wek Lotikxane me Hiqûqnas, Parêzer, Þêwirmend û Pisporên xweyê sererd û binerd civandin û ji wan xwest ku li ser asîmîlatîona li Kurdistana bakur lêkolinekê bikin bê ka cawa û bi çi awayî asîmîlatîon tê kirin. Mala wan camêran ava be, xwe westandin, lêkolînek hûr û kûr kirin û encamek qirase ji me re derxistin.
Em jî encama vê lêkolinê pêþkêþî lotikvanên xwe dikin.
Asîmîlatîon bi du aliyan li ser gelê Kurd tê kirin.
1.Dîrekt, vekirî û eskere( dewlet)
2.Îndîrekt, bi zanayî yan nezanî (alîkar)
Dewlet:
Bi zagon, leþker, polîs, zor û zordarî, bi partî, rêxistin û saziyên xweyê rast,çep û islamî
Alîkar:
1.Parî û rêxistinên Kurd ku rojname, kovar û belovokên xwe bi zimanê Tirkî dinivîsin.
2.Serok, sekreter û qadirên partiyên Kurd ku dîtin, raman û þiroveyên xwe bi zimanê Tirkî dikin
3.Komele û saziyên Kurd ku civîn û civanokên xwe bi zimanê Tirkî dikin.
4.Kesên alîgir û endamên van rêxistinan ku di komelande bi hevre bi Tirklî diaxivin.
5.Kesên qaþo xwe welatparêz dibînin ku di mala xwe de bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivin.
6.TV ya ku dibên bi xwîna þehîdan ava bûye lê ji nêvî zêdetir bernamê wê bi zimanê Tirkî ye.
7.Nivîskar û hunermendên Kurd ku berhemên wan bi Tirkî ne.
8.Hozan û helbestvanên Kurd ku helbest û sitranên wan bi Tirkî ne.
Belê, emê giliyê dewleta Tirk li ber dadgeha mafê mirovan bikin
Emê giliyê serokwezîrê ku ji partîya islamî ye li ber teriqet,þêx û miþayix, seyid û sofiyan, heta li ber mala Xeznewî bikin.
Lê ji bona kesê alikariya asîmîlationê dikin hîna me tu sazî û dezgeh pêde nekirine ku em gilîyê wan bikin.
Ji kerema xwe re ger hûn mercîyek weha zanibin an pêþniyazek we di vî warî de hebe, ji me re binivîsin.
Yekîtîya Hiqûqnasên LOTIKXANÊ
Yekîtîya Parêzerên LOTIKXANÊ
Yekîtîya Pisporên Sererd û Binerdên LOTIKXANÊ
Yekîtîya Þêx û Miþayix, Seyid û Sofî, Dede û Keþeyên LOTIKXANÊ
Yekîtîya Jinebî û Pîrejinên LOTIKXANÊ
Yekîtîya Heywanparêzên LOTIKXANÊ
Û
Yekîtîya Miþk û Pisîkên LOTIKXANÊ
16/02/08