Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

Daxuyaniya Hevbeþ a Partî û Rêxistinên Kurdistanî

 

Gelên Niþtimanperwer û Demokrat û Aþitîxwaz,

Netawa Kurd û gelê Kurdistanê

 

Di waxtê, ku li cihanê da, guhartinên giring çêdibin, rêz li demokrasî û mafê mirovan û li nêrînên cuda û parastina qanûn û daxwaza gelan têne girtinê, rejima Tirkiyê di vê wextê da dijî nirxên hanê derdikeve û mafê xwe dizane, bi bahaneya bê bingeh û pûç wekî parastina mafê Turkmanan li Îraqê destdirêjiya kar û barên navxweyî ya dewleteka serwer bike. Ku li Îraqê hemû mafên netewî û domokratîka Turkmanan hatine çespandin û desteber kirinê, nunerên Turkmanan hene li Parlemantoya Îraqê û Kurdistanê û di Projeya Destûra Herêma Kurdistanê da jî mafê wan hatine dest niþan kirinê.

 

Em partiyên jêrîn nizanin çawa Tirkiyê maf dide xwe, ku dest dirêjiya karên navxweyiya dewleteke serbixwe û xwedî serwerî bike bi hênceta pirsa Kerkukê, ku bajarekê bi nasname Kurdistanî ye. Her usa Destûra Îraqê þiklê çareser kirina pirsa Kerkukê diyar kiriye di madda xwe ya 140’ê da. Ku, Destûra nu ya Îraqê ji aliyê piraniya xelkên Îraqê ve hatiye pêjirandinê.

 

Tirkiyê ji bîr neke, ku xwediyê gelek kêþe ne. Yek ji wan, kêþeya netewî ya Kurdên Bakur e, ku pirsa 30 milyon Kurd e. Kurd di Tirkiyê da ji her mafên netewî û demokratîk bê par e. Þûna, ku Tirkiyê rondika timsaxa ji bona Turkmenan birijîne, bila kêþeya netewiya Kurd bi þiweya demokratîk û aþitiyê çareser bike.

Dewleta Tirkiye bila bizane, ku siyeseta gef xwarin û destêverdana wê xizmeta berjewendiya Kurd û Tirk nake.

 

Em wekî partiyên Kurd û Kurdistanî yen ku navên me li jêr in, destdirêjiya ne qanûniya Tirkiyê bo kar û barên navxweyiya Îraq û Kurdistanê mehkûm dikin û ji Koma Yêkîtiya Miletan (UN) Yekîtiya Ewropî (EU), hêzên hevpeyman, sazî û dezgehên navnetewi yên mafên mirov û  aþitîxwaz daxwaz dikin, ku li hemberê gef û destdirejiya Tirkiyê û dewletên din yên herêmê wek Îran û Suriyê bisekinin. Ku, naxwazin aramî û aþitî li navçê da cîgir be.

 

Em piþtgiriya halwesta Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistan Rêzdar Mesud Barzanî dikin û helwesta wan ya derheqa kêþeya Kurd li seranserî Kurdistanê, wekî helwesta xwe dizanin.

 

Em êrîþên bê edebî û ne siyasî yên karbidest, siyasetmedar û medyayên Tirk li ser þexsê rêzdar Mesud Barzanî mehkûm dikin.

 

11.04.2007

 

Hizba Demokrata Kurdistana Ýranê (PDKÎ),

Partî Azadî Kurdistan-PAK,

Partî Azadî Kurd li Surî,

Partî Demokratê Kurd li Surî (El-Parti),

Partiya Demokrata Kurdistan-PDK (Bakur)

Partiya Pêþverûya Demokrata Kurd li Surî

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan-PWD

Partî Yêkitî Kurd li Surî,

Partî Yêkitî Demokratê Kurd li Surî

Rêkeftina Demokrata Kurd li Surî