Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Pisîkên Yekgirtî yên Kurdistanê sipasî Mam Celal kirin

 

Sertûj Belawo-06/11/07- Yekgirtîya  Pisîkên Kurdistanê (YPK) bi daxuyanîyek hevbeþ sipasî Serokkomarê Iraqê Mam Celal kirin.

 

Em jî daxuyanîya ku îro ketiye destê me pêþkêþî xwendevanên xwe dikin. De kerem bikin:

 

Birêz Talabanî,

 

Destpêk, 'mîyaw'eke germ ji pisîkên her çar parçeyên nistîmanê me! Miyawww!!

 

Bi vê daxwiyaniyê me divê sipasdariya hemû pisîkên Kurdistanî pêþkêþî cenabê te bikin ji bo helwesta te ya di derbareyî maf û azadiyên pisîkên Kurdistanê.

 

Birêz Talabanî, di van demên krîtîk da mafên pisîkan zû tên ji bîr kirin. Mixabin ku zêdetir têt kirin li ser seg û kûcikan têt kirin. Dewleta Tirk a dagirker bi milyonan ji welatiyên me her roj dixe ber lêdanê, zextê xwe li ser wan dike, wan dikuje, wan wek welatiyên sinifa duyem dinirxîne. Û ev besî wan nîne, dixwazin pisîkên baþûrê axa welatê pîroz jî bixin bin zulm û tehdayê.

 

Di demek ku herkes bi seg û kûçikan ra mijûl e cenabê we rûmeta gelê Kurd nîsan da û ji Tirkan ra got: "Em pisîkek Kurd jî nadin Tirkiyê." Ev gotina we tesîrek gelek mezin li ser me kir û em dixwazin bi vê helwesta we ya qenc we pîroz bikin.

 

Bijî maf û azadiyên pisîkan!

Yan pisîkîstan, yan neman

Miyaw dikin, ta serkeftin!

 

Birêvebiriya YPK