Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Sê pirsên li ber sekeratê
Bavê Jîndar-14/04/08-Colemêrg- Zanayek gelek mezin li ber sekeratê ji kurê xwe re dibêje: Lawê min, ez di wê bawerîyê de me ku min jîyanek ji gelek kesan xweþtir bihurand. Bê goman, min di jîyana xwe de hinek xeletî jî kirin û curmê wan jî bi zêdehî kêþand. Lê dema mirov dikeve ber sekeratê sê pirs tên bîra wî. 1- Bi zanetî jiyam an ne? 2- Birastî evand (hej jê kir) an ne? 3- Xizmeta min kir bes bû an ne?. Em dixwazin van gotinan bi kurtî vekin. Ka mexsed ji van gotinan çiye ? Li gor têgihiþtina xwe þirove bikin. 1-Bi zanetî jîyan: Di xweristê de ruberê herî bi nirx û pîroz mirov in. Xweristê dar û ber, gil û gîya, gul û kulîlk û heywanet pêþkêþ kirine da ku mirov wan jibo jîyanek xweþ bi kar bîne . Qanûn û têkilîyên di nava mirov û xweristê de fahm bike û wê biparêze. Bi wan li bedena xwe binêre ji ber ku bedena mirov mabeta gîyanê mirove. 2-Evandina rastî: Ew tiþtên xweristê pêþkêþkirî, ruh û bedena bi wê ve hatiye stirandin, te ji xwere evand? Te hej jê kir, te qîmet û baha dayê? Jibo hindê tu ketî kefteleftê? Te ji bedena xwe, miletê xwe û welatê xwe hez kir? Birastî te ew di dil, mejî û ruhê xwe de evand? 3- Besbûna xizmetê: Ji wê xwerista hinde tiþt pêþkêþî te kirin re , ew miletê tu jê bûyî re, wî welatê ku goþt, hestî, ruh û be dena te ji ax , av û hewa wê ve hatiye afirandin re, xizmeta te kirî bes dike? Heke bes bike bixwe çi gotinên me nînin. Hûn dikarin ber sekeratê bi rehetî û bi dilxweþî bigehin dilovanîya xwe . Na heke we ev pirsên jorîn nanîbin cih, wê demê hûn çi sekinîne? Wan ji xwe bipirsin. Lê, herroj bipirsin û hewil bidin ku hûn wan bi cih bînin. Yan dawîya dawîyê ku hûn li ber sekeratê van pirsan ji xwe bikin, heke bersiva we nerînî (na- ne ) be, hûnê gelek ezabê bikêþin û malê li xwe biviritînin. Hem ji xweþîya vê dinê, hem jî ji ya dinya din mehrûm bimînin. Paþê nebêjin Lotikxanê em serwext nekirin haaaa!
|