Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Dugun degil bayram degil!
Bavê Jîndar-14/11/07-Colemêrg-
Hahoooo dibên: “Diya bi qûn û qûn, li hev ketîye” Bayqaloko, heta doh dijminê Kurdan bû û sixêf, gef û hêrîþên herî dijwar dibirin ser Kurdan; niha jî bûye destebrakê me. Lawê Qûnsormor ( Qehbik ) ê, dixwaze mafên Kurdên bakur yên çandî zêdetir bibin. Kanalên telvizyonan , radîyoyan vekin, rewþa aborî baþtir bikin. Navbera xwe û Kurdên baþur xweþ bikin, ticaretê zêde bikin, 1000 xwendekaran bînin nav xwe û bidin xwendin.
Tirk dibên: “ Dugun degil, bayram degil, enîþtem benî nîye optu? “ ( Ne dawet e, ne jî cejn e tiyê min boçi ez maç kirim ) Kuro qûnek! Ma tu qeþmerîyên xwe bi me Kurdan dikî ? Ma tu û yên wek te dikarin me bixapînin û lotikan li me xin ewladim? . Ew dewrana berê çûûûûûûûû, bi namûs Selanîklî Sarioglan ji Anitkabîrê rabe ser xwe jî êdî vala ye looo! Êdî dewran dewrana me ye... Em mexseda we dizanin . Hûn dixwazin wek þîrêzê me bi xwe ve bikelînin û bikin Tirk. Bav û bapîrên we ji ceribandin, lê ne bû qardeþim, Kurd û Virq ji hev dûr in dûrrrrr!.
Hûn dixwazin 1000 xortên baþûrî bînin, mejîyê wan biþon û hinekan ji xwe re bikin noker ,lê hûn bi ser nakevin , her xortek wê bikeve ser dilê çend keçên we û çend bîjîyan ji we çêkin û hûn sax!
Hûn bi kîjan alî de dizîvirin, bizîvirin, wê qulek her bikeve alîyê me.!