Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Kitêbeke nuh a zarokan!
DERGÛÞ
Dergûþ her rûpelê wê bi nivîs û wêne ye ji 138 rûpelan pêk tê.
Hostayê DERGÛÞÊ, Deydikan, Hêlanan û hemiyan Laleþ Qaso di pêþgotina kitêbê de wilo dibêje:
Dergûþ kitêbeke ku ji bo zarokên temenê wan ji 6-7an dest pê dike û hetanî ku digihê 10-12an amade bûye. Lêbelê ez di wê bawariyê de me ew ê bi kêrî keç û xortên ku kurmanciya wan qels be jî bê. Dergûþ bi armanca ku hilfa zarokan here ser kurmanciyê û kurmancî bi wan þêrîn bibe, hatiye nivîsandin. Ji ber ku teyr û tilûr, pez û dewar û gelek tiþtên di vê biwarê de bala zarokan dikiþand, min jî ew tiþt bi haweyê lihevanîneke ku zarok car carê pê bikenin him rave kiriye û him jî berê wan û dê û bavan xistiye hev ku dê û bav bi xwe jî baþtir hînî kurmanciya xwe bibin. Dergûþ ne bi rengê ku bi destê pêþî re zarok bixwînin, ji bo ku dê û bav yan jî mezin ji wan re bixwînin hatiye nivîsandin.
Di kitêbê de, bi sebeba ku min dixwest ez bala zarokan bikþînim ser zimên û lihevanînê strankî têxim guhên wan, ji bêgavî ez derketime derveyî hin qayideyên gramerî. Nimûne: Navdêrên ku bi pirhejmariya xwe di dawiya ristê de bi “n” diqediyan, ji bo ku ziman ji herk û teqla xwe nekeve û deng bi zarokê xweþ bê, min hemû avêtine. Li aliyekî hetanî ku ji dest min hatiye ez ji tewanga navdêrên “nêr” reviya me û li aliyê din jî navdêrên “mê”, di tewanga xwe a yekhejmariyê de “ê”ya ku diva bû hatibaya dawiya wan, min bi kar ne aniye.
Bi hêviya ku dê û bav bi vî zimanê me ê ku rastûrê bi hebûn û nebûna me a miletî ve girêdayî ye bi zarokên xwe re bipeyivin, xwendina kurdî bi wan þêrîn bikin û tu carî ji bîra nekin ku gava ziman ji neslekî derbasî neslê din nebû, ziman winda dibe! Û bi windakirina zimên re jî hemû tiþtên mirov winda dibin!
Laleþ Qaso
Tîrmeh 2007 --------------------------------------- Hûn karin dergûþa xwe ji navnîþanên jêr jî bixwazin. Têkilî: Lotikxane
|