Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Dermanê mirinê hat dîtin!

Bavê Jîndar-28/11/07-Cûlemêrg- Mizgîn li we! Êdî bila kes ji mirnê netirse çunkî dewrmanê mirinê hat dîtin! Dermanê hemi derdan, êþbir û brînkewan, nûjdar û rewþa sifra siltanan, serdarê hemi hingivan, hingivê Hekarya dibe marqek dinyayê! Doh li Hekarya li nava bajarê Cûlemêrgê, atêlya navdartirîn hingivê Kurdistanê vebû.

Li gor gotina Serokê Saziya Taciran Ehmedê Salihê Sebrî ( Ahmet Þen ), êdî ne hewceye xelk biçin ser doxtor û bijîþkan. Hema bila du kevçîk hingivê Cûlemêrgê bi çend kakilê gûzan ve bixwin, çi derd û elem di wan de namîne.

Ehmedê Salihê Sebrî telaqên xwe davêje û dibêje: “Ki vî karî pêk bîne, wê wek hespên fal dest bi lotikên Hekarîkî bike, heçê bixwe poþman e û heçê nexwe poþman e”.  

Eman Kurdîno! Lez bikin û bilezînin! Xwe bi hingivê Hekarya re bigehînin û ji karwanê lotikavêtinê þûnde nemînin. Xasma dema havînê, ku tav li piþta mêþan dixe û virikî dibin, tam û hêza hingiv dijwartir dibe.

Rehmetîya dapîra min carekê xwar, sê mêr kirin û hersê jî kirin bin axê. De êdî hesab li cem we! Hûn dixwazin bixwin û hûn dixwazin  nexwin jûn bi kêyfa xwe ne. Ji me gotin û hûn sax!