Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Adet û tore jî têk çûn

Tecawizcî Coþqûn- 16/09/08-Stenbol- Civaka Kurd serûbinê hev bû û lotikek lê ket. Berê qedr û qîmet, rêz û hurmet hebû. Lê niha ew tev li ber avê hatin berdan û Kurd bûne wek qantirê. Ne zanin dê û bavê wan kî ye û ne zanin esl û peslê wan kî ye. Destramîsan nîþana rêz û hurmetê bû. Biçûk diçûn destê mezinên xwe û rêz û hurmeta xwe ji mezinên xwe re nîþan didan. Lê niha?

Wê rojê ez li nava bajêr digeriyam. Þagirtekî ku min pir ked û xwêdan di berde rijandibû û min ji zûde ew nedîtibû pêrgî min hat. Kêfa min pir hat, min destê xwe dirêjî wî kir, wî destê min hejand û çi bêje baþe? Merheba heval!

Heval? Ez 50 salî û qûneko 20 salî. Heval kuro!?

Law hey qûnekê heram, hey topa qiyametê li nav serê te keto, ma em hevalê çine oxlim? Ma em bi hevre çûne ber pez, ma me bi hevre eskerî kiriye, ma em bi hevre çûne kerxanê û me zinêkarî kiriye, ma em di emrê hev dene tu dibê heval stuþikesto?

Ka rêz, ka hurmet, ka qedr û qîmetê berê kaaaaa....Tev badilhewa çûn û kultura “qantirbûnê” tirr ji civaka me berda babaaaaa...!

Ê de ne bi xatirê te heval!!!