Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 

Sayin LOTIKXANE

(Bi kerema xwe vê nameya min bigehîne Zinar Qelemþor)

 

 Rêzdar Zinarê Qelemþor!

Kêfa min pir ji nivîsên te re tê. Ji ber ku wan generalên pozmezin, copê reþ xistine min, þûþa qola û þîþa hesinî jî hin caran...

 

Tiþtê ku kêfa min ji nivîsên te dide þikandin, tenê bêjeyek e, ev jî dewþîrme ye. Te di vê nivîsa xwe ya li jêrê de weha gotiye:

"Welhasil, Encumen-î Daniþ, Dostlar Meclîsî, Ergenegû, JÎTEM û dewleta sererd û binerd tev ji bin serê van generalên pozmezin û dewþîrme derdikevin wesselam."

 

Ev peyv, ji sê peyvan hatiye holê: dew + þîr + me.

Gelo peyvika dew tê çi wateyê?

Gelo peyvika þîr tê çi wateyê?

Gelo peyvika me tê çi wateyê?

 

Di zimanê Kurdî de, peyvika dew ew vexwarin e ku ji mast çêdibe. Eva di vir de, ne dew e.

- Ez qurban, çima tu xwe wisa nezan dixî devê "zane"yan?

- Ez bi heyran, çima tu peyveke ku xalis-muxlis Kurdî ye, xirab dikî?

 

Min hêj di dawiya salên 60î de, munaqeþeya li ser "dewþîrme"ya te kiriye û bi sedan kesên zana ji bav û kalên min û te weha gotine min: Osmaniyan zarûkên þîrmij ên xeyrî muslim/yên bêxwedî dianîn û didan dayînan heta ku dibûn 5-6 salî. Ji zarûkên weha re digotin: Devþirme. Ev peyv ji "dev"û "þîr" û "me"ya Kurdî afiriye. Yanî devê wî/wê di þîrê me de ye.

 

Îcar dema tîpa "î"yê dikeve nava peyvan, dibe "i". Ev peyvika te jî bûye devþirme.

Di Farisî de gulîstan, di Kurdî de gulistan. Di Farisî de Kurdîstan, di Kurdî de Kurdistan.

 

 

Hêvîdar im ku tu careke din bêbextîyê li peyveke Kurdî ya din nekî.

 

Silav û serkeftin...

 

Xwendevanekî te

 

19/02/09