Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Dewleta Sûrî û Bertîl

Serbestê Bindest-21/08/08-

 

Komar (Republic) an Cimhûrîyet sîstemek demokratîk ya ku dewleta bi rêk u pêk dike.Di komarên demokratik de gel xwedî deng, maf û biryar e.Welat bi zagonên demokratik tê meþandin, li welat edlayî, wekhevî û azadî heye. Di qada navnetewi de navê dewleta Sûrî jî "Arabische Republic Syrien" yanî Komara Erebi a Sûrî.

 

De îcar bela rayedarên dewleta Sûrî destên xwe deynin ser ûjdanê xwe û bêjin bê ka kîjan normên komarîyê li Sûrî heye! Li vî welatî zagon lastîk e, mafê mirov, azadî û edlayî hemi pere ye. Ger perên te hebin, tu kari bi peran hemi deryan veki, ger tu xizan bi xwedê ji te stend û trên li te qelibî û hew.

 

Berya çendakî, jibo dîtina ahl û xwedîyên xwe di deryê Nisêbînê re em daketin binxetê. Gava me deryê Tirka derbas kir û em ketin deryê Sûrî, weke meriv ji dinyakê têkeve dinyake din. Dema li cav me ketin û dîtin ku trimpêla me a Ewrûpî ye, ma hûnê bêjin qedr û qîmetek ji me re girtin,hema dîtin û gotin nabe weke hev.

 

Ez serê we neêþînim, rahiþtin pasaportên me û yekî da dest ê din. Her ku yekî radihiþt pasaportên me, ji qedrê wan re min jî destê xwe davêt bêrîka xwe. Ger hûn li ber wê germa 46 grad çend seetên zêde dixwazin bimînin, destên xwe navên bêrîka xwe.

 

Welhasil, piþtî wilqas qedr û qîmet û mêvanperwerya wan, tenê sê seetan em di derî de man.Me derî derbas kir em daketin Qamiþlokê bajarê evînê, bajarê bê xwedî.Îcar ne tenê di sînoran de, li welatê Sûrî  karê te li kîjan saziya dewletê hebe, pêþî tê destê xwe bavêji bêrîkê wê dûre karê te bimeþe. Ev kar jî ne bi dizî lê bi eþkere dibe. Wê dema ku ez li wir mam, gelek caran bûm þahid. Li vegerê jî me heman muamele dît lê tenê tiþtek li me zêde bû, ew jî me hinek zêde mazot kiribû tanka trimpêla xwe. Ji bo wê jî min destê xwe avêt bêrîkê.

 

Icar tembîya min li we be, ger niyetek we jibo çûna Sûrî hebe, bê pere neçin, divê sedî sed bêrîk tije be.

 

Bi xwedê li Sûrî Biþar Eshed apê we be û Lotikxane li piþta we be jî, divê hûn destê xwe bavên bêrikê û hûn sax, yan na wê qûnê li we biqetînin ellawekîl!

 

Têbînî: Dema em di deryê Sûrî de bûn, zilamek navser hat ber trimpêla min û ji min re got:

- Xwarzê hûn ji Ewrûpa tên?

Min got:

Belê xalo

- Xwarzê, hûn vê rezîltiya ku ev bêbav li me dikin dibînin ne?

- Belê  xalo

- Xwarzê, tenê ricak min ji we heye ku hûn vê rezîltiyê li Ewrûpa bigihînin raya giþtî.

Min jî jê re soz da

 

Îcar ê min ev ji min hat min nivîsî qurban. Hema heçê biçi Sûrî û serpêhatîyekê binivîse, bawer bikin emê karibin lotikên xweþ û bi xêr li qûna "Arabische Republic Syrien" xin ellawekîl!