Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Gîya û mast, xwarina bi rast

 

Dilcan Îzol- 04/07/09-Antalya- Xalê me Nûrî Oztunç yekê mehê (01.07) 125 salîya xwe pîroz kir û tirr ji jîyanê berda. Tam 125 sal haa!

 

Nûrî Oztunç bi xwe ji Beytulþebabê ye û di sala 1885an de ji jîyanê re gotiye merheba.  Niha li bajarê Antalyayê dijî û dilê wî li ser gundê wî diþewite, dixwaze dîsa vegere gundê xwe, li gundê xwe temenê mayî bibihurîne.

 

Xalê me Nûrî sedema dirêjîya emrê xwe bi xwarina gîya, mast û goþtê sor ve girêdide û dibêje:”Bi sê telaqên jinberdanê, min piranîya emrê xwe bi xwarina gîya, mast û goþtê sor derbas kir. Ji ber vê jî ez li ser lingan mam û bûme 125 salî. Min di emrê xwe de 3 padîþah, 11 serokkomar û 60 hikûmet dîtine. Hema bi tê telaqan heta ez bimrim jî ezê gîya, mast û goþtê sor bixwim, hema di kure zirav bû bile di wir re biqete û xelas” û dide lotikan.

 

Îcar hewceyî bi gotina dirêj nîne qerdeþim.

 

Hewa pakij, xwarinên xweristî, jîyana li çol û çiyê dermanê mirinê ne.

 

Heger hûn jî dixwazin wek xalê me Nûrî 125, 130 hetta 150 salî bikin, dev ji xwarina gîya, mast û goþtê sor bernedin. Na heger hûn dixwazin wek di stres û teþqela bajaran de bifetisin û zû bimrin, hema ji xwarinên bi hormon pêve tiþtekî din nexwin û hûn sax. Yan jî kurtebir lêxin, yekser demançê têxin serê xwe û dîkê wê bikþînin û hew....