Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Dildar efendî û (13) peyvên wî yên tazî

 

Elîkê Betê /Qamiþlo

Yabo elahwekîl tu hîn vekîtê (rastnivîsê) bi zimanê kurdî nizane, û rêzek nivîsa te bê 10 þaþitî nîne..!! Lawooo tu nizanî ev kamîrevanên Lotikxanê li gor gotinên te (kelpîç in û hin jî … in) me ev gotin ji nivîsa te ya li ser serokên partiyên kurdî derxist haaa…Ma ne em bi dûv dîroka te û nivîsên te ketin, kuro hîn du salên te teman nebûne tu bûyî (nivîskar)  te 13 (peyvên tazî) belav kirine, te xwe di wan de tazî kiriye.. Bavê min, ma Kurdistan li Almanya çê dibe heyran..??

Ez jî, karim li Waþinton û London lingekî deynim ser yê din û bêjim: (Simo, Nisro, Hemo, Alo)* tev de xayin in… û çima tifingê ranakin û nakevin pêxîla rêjîma sûrî.. alllllllllh aaalllllhhhh… tu xurt î û mêr î heyran meydan ji te re vala bû, alahwekîl me ji yên te nas dikirin pirsî gotin: Bawer bikin ko yê navê xwe kiriye Dildar nedigot ez Kurd im..

 

Gelî Kurdên welatparêz, bi Xwedê evî Dildar yek ji we paqij û þerîf nehiþtiye, û ne serok û rêberekî kurd li baþûrê rojavayê Kurdistanê welatparêz heye û ne yek ji miletê kurd, ji ber ko serê xwe ranakin û ranahêjin tifingê û doza Kurdistanê li cadên Almanyayê, Ferensa, Siwîsra, Swêd, bibûrin Sûriyayê nakin..!!

Têbînî: Ji þensê miletê kurd e, ko berpirsên sûrî bi Kurdî nizanin bixwînin û li malpera (nivîskar Dildar www.dildar.net) rast nehatine..Alhemdulilahhhhhh dê ji kuþtara Helepçe xerabtir li me kiribana…

 

*(xêro… hemo û simo….elo û Mûso û nisro …nezo û dêro û bêro heya kenkî emê bê çarebin) Ev parçak ji nivîsa profesor Dildar Ismayîl ji peyva wî ya tazî hejmara 13an e.. Mixabin gelek malperên kurdî bê ko bixwînin jê re belav kirine, wî serokê partiyên kurdî wisan bi nav kirine..

Mebesta wî (Simayîl Omer, Hemîd Derwîþ, Nesridîn Birahîm, Mihemedê Mûsê, Nezîr Mustefa.. …h. d.) Dildaro mala te ava be, baþ bû te negot: Evana qehweçîbûn li bal bavê min..

 

19/7/2007