Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Dildar Ismaîl

dildarismail@hotmail.com

 

 

 

              ÇIMA TENÊ

 

Çima tenê dayikên me hêstira dibarînin

Kul û derda dikþînin.

Çima tenê zarokên me þepirze

Bê omîd û bê rêç.

Çima tenê em dostaniyê dixwazin

Biratî û hevaltî

Çîma tenê em dikin qîr û hawar

Belengaz û birçî

Çima tenê em koçber dibin

Bê war û bê zar

Çima tenê em dimrin bê mirad

Mirinek arzan hemî tirs

Çima tenê em bi zor dijîn

Êþ û elem

Çima tenê em li ber dîwaran dimînin

Sêwî û pêxwas

Çima tenê em qelen dideynin

Ar û xwîna sor

Çima tenê em di kavila de dijîn

Kavilên hêrifî bê binî

Çima tenê buhara me diçilmise

Xemgîn û rengîn

Çima tenê li me roj dibe

Dûman û leylan

Çima tenê li me azadî qedexeye

Her dem Sînor û kêl

Çima tenê pelên darên me

Diweþin û diçilmisin

Cima tenê deþtên me

Zuha û bê nefel

Çima tenê li me þev tarî dibe

Bê ronî û bê çar

Çima tenê qelen para meye

Girtin û kuþtin

Çima tenê gulên me diçilmisin

Girî û çavên melûl

Çima tenê em dixwazin Aþtî

Jiyanek wekhevî

Çima tenê em bûyerên xwe

Winda û ji bîr dikin

Çima tenê em di xewna de dijîn

Xewnên bê dawî

Çima tenê em bê deng in

Rûpelek ji bîrkirî

Çima tenê em bê welat in

Parçe parçe

Çima tenê li me tê guhertin

Navê gund û mirov

Çima tenê li me qedexeye

Xwendin û kar

Çima tenê dimînin winda

Bê nav û zanav

Çima tenê ji me pirs û pirs

Bersiv her winda ye

Çima tenê didin ser me pêlav

Li ber çava dibe xwinav

Çima tenê bê zar û perîþan

Kole bê jiyan

Çima tenê mirin ban dike

Hêvî li ser pêlên derya

Çima tenê li me jiyan bêbext e

Ji meye an roj ne wext e

Çima tenê bê çare dimînin

Hêvî ji qadê dipirse

Çima tenê ala me nayê hildan

Kesk û sor  sipî û zer

Çima tenê em bê welat in

Gilî û gazin ji kê

Çima tenê Kurd bindest e

Çil melyon çîrok

Çima tenê Kurdistan bindest e

Çil melyon helbest e

Çima û çima

Ma çare qet nema?

    09.05.2009

 

 

 

 

Ala me

 

Keske lê rengê Ala me

Sore lê rengê ala me

Sipî lê rengê Ala me

Zere lê rengê Ala me

Miletê me tev  zindî ye

Rê li ber me hê girtî ye

Hebûna min bê al çi ye

Mafê me ma li ber pî ye

Kesk e .............

Sor e  .............

Sipî .................

Zer e .............

Kurdistanek pir delal e

Xwedî dîrok xwedî Al e

Xewna þeva ser zelal e

Hemî karê bav  û kal e

Kesk e………………

Sor e……………

Sipî ……………

Zer e……………

Nalîna gel birîna min

Rengê sor e ĵi xwîna min

Kesk û zer e ev  ala min

Rengê sipî nîþana  min

Kesk e ....................

Sor e ....................

Sipî   ......................

Zer e  .....................

Bi van  desta ezê hildim

Ji bo Alê gelek merd im

Welatê xwe qet na berdim

Dildarê zimanê Kurd im

Kesk e....................

Sor e......................

Sipî ......................

Zer e .....................

Bê Al nabe tucar welat

Na berdim Dicle û Ferat

Xwînê hemî dikim xelat

Çar rengîn e xweþ li hevhat

Kesk e.....................

Sor e.......................

Sipî .....................

Zer e.....................

Ev ala me ye çend  reng e

Li buharê her bê deng e

Newroza me þox û þeng e

Can naweste her li bende

Kesk e, sor e,  sipî, zer e

Kesk e, sor e, sipî, zer e

         

             Qamiþlo 1998

 

 

 

Helbestên berê

 

XWEZÎ

 

Xwezî dem carekê vegera be

Gulê ji nû ve þax da be

Geþbûna buhara geþ û

Kulîlkên sor û zer

Hêstirên winda û xonava dara

Xwezî kenê lêva vegera be

Jîn û vîn ji hev cuda be

Xem û keder û ar

Pora zêrîn ser kemberê berda be

Xwezî bi girî  roj vegera be

Xwezî dunya carekê nezîvirya be

Bera dîlber li min bigeriya be

Þewqa evînê di çavê felek de xuya be

Xwezî felek bê çav mabe

Tenê carek bi dil þabe

Carek  yar xweþik xuya be

Xwezî roj neçûbe ava

Geya dibin lata de mabe

Xwezî axa bê xulam ma be

Xwezî þah bê kola be

Xwezî ………………..

Kevokên sipî li hêlînê vegera be

Memo bi Zînê þabe

 

 

 

Çavên te

 

Çavên  te qeyid û awzin

Hêlîna  herdo lêv nazin

Bi þev û roj çav narazin

Derdê min kûre ji kê gazin

 

Por berdaye  reng  zêrîne

Çirûska dêmen tev dilvîne

Perdê  rake can bibîne

Çavên te keser û nalîne

 

Ew gerdena bê zêr û lal

Evîn are bike menal

Ji wan  lêva avek  zelal

Jiyan çiye  herdemî nal

 

Çavên te dîn û harkirim

Bûme dildar dil jarkirim

Derya tev pêl ez ne birim

Çiqa derd û xem na mirim

 

Nehûnîne pora zêrîn

Bawerim rakim ala  jîn

Nacivînim  tu carî kîn

Ma ne bese herdemê þîn

 

 

Helebçe

 

Roj hemî dûmane

Leylane li ber çavên bê ronî

Dîlan û qîr û zare zar

Þeveqa bê hêvî

Lorîkên bê þîr

Kezeba sincirandî

Dilê peritandî

Agirê dijwar

Xwîna tar

Dibare û difûre

Birîna kûr

Min hiþyar dike

Hêstirên gorna  bê kefen

Tariye roj û þev

Hawar û nale nal

Dengê zarokên bê zar

Dengê bê guhdar

Avdare kulîlkên zer

Newroze þînî û gulên sor

Qêrîna qad û azman

Li hev dizîvire

Kî þiyar dimîne

Kî xembar dimîne

Azmanê miþtî dûman

Cehdeyên renge sor

Dîwarên bê deng

Qelenê xwînê  dimîne

Sal û roj li hev tê der

Dijmin dimîne dijmin

Jiyan xwe nû jendike

Buhar berdewam dibe

Helebçe dimîne nîþan

Bilûr dike fîxan

Yek dest û yek peyiv

Bo dayika niþtiman

Birîna hemî kurdan

Helebçe ……..?

16.03.2008

 

 

 

BUHIRÎ

 

Di ber min re buhirî

Min nizanîbû ew kî ye

Yare an are

Buhar zivistanê winda dike

Sal salê pûç dike

Sorbûna rengê gulê xwe geþ dike

Bi þûnve dihêle rengê hemî gulan

Buhirî ..Nizanim xewne

An xewneroje …..

Germ dibe li min can

Hinav tên guvaþtin

Xwîn tarî dibe

Li ber roniya buhara nûjen

Difûre ..

Yare an are

 Nizanim….

Nepirsin ji min kî ye

Yare

Yar li ku digere

Di tariya jiyanê de

Xwe nîþan dide

Xwe tavêje ramanên min

Ramanên salên berê

Buhirîn gelek sal

Buhirî yar û avdar

Gul namîne gul

Roj namîne tar

Dil dimîne kul

Hêvî dimîne ji dil

16.12.2009