Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Sînema Amûdê

 

 

Dilêþ Luqman  17/11/08- Almaniya

 

Sed xwezî wê rojê neba þev

û roj dirêj biba bê dawî

Sed xwezî min zanîba, ku melkemotê mewtê, û izraîl bûne mêvanên Amûdê

Sed xwezî wê rojê neba þev

Belkî, ez têr bibûma ji nerîna te..xemla te ...û  çelengiya te

Belkî ez têr bibuma .. ji wêneyên te

Xwezî min zanîba wê gavê 

Tîrêjên rojê xwe bernedaba piþt tarîyê

De bela dirêj û dirêj kiriba, û nehata ew çîroka þevê

hoooooooooo Amûdê!

Tofan bû, ez nizanim, wêran bû gelo, na na weleh, qiyamet bû wê þevê....

Hewar û sed hewar, hewar û sed hewar

Sed xwezî nebûna þev, û min bi destên te negirta, berî nedaba mirinê

Siwarê mihîna çeleng .. digot bavo dayê ez derim sinemê

hewar .....hewar“ 

Min çi zanîbû wê berxikê min here mirinê

Talan ... na na wêran bû qatliam bû, serjêkirin bû wê þevê

Tenê ez dizanim berxikên buharê bûn dabûn ber kêrê

Nîronê hovane, sed xwezî tanî bi wê þevê

Kulilkên Amûda bavê Mihemed tev cilmisî bûn wê þevê

Qurmici bûn.... lerizî bûn.. bê av bûn

Sed xwezî min tu nedîta wê gave

Ar û pêt kete canê min, þewitî hinavê min

Xwezî neba þev wê rojê,

Dayikan hêdî hêdî kulilk dixemilandin li gori rojê

û pêre dilorandin û digotin de here .....  here çavên min û vegere bi qeweta xwedê

hewar.....hewar..

Xerabibe mala sitemkariyê, wêran bibe mala neyariye

Qêrîn bû, talan bû, tofan bû, na na dojeh bû

Sed xwezî min tu nedîta wê gavê,

Qêrîna dayikan wê þevê, lîlîla keçan bû, hewara dayik û bavan bû

Awaz bûn, stran bûn, govend bûn, wêran bûn

Tenê dizanim sinfonî bû, lê belê sinfoniya mirinê,  ya oxirê bû

Sinfoniya bê veger, bi hevre sirûda netewî dixwendin

Hemû bibûn Cegerxwîn û digotin

Þev cû ma tû hew tê lo, xanî bûye zindan tê de ranazêm

Ez ranazêm kengî bê te xew tê looooooooooooooooooooo!

Li benda þeva dirêj bûn...go dawî lê bê

Êdî çîroka kumsoro nema dihate xwendin

Dergûþ nema dihatin hejandin

Û balgeh û nivînên berxê delal..winda kiribûn

Û li benda çavreþ bûn, yê bê veger

Þerwal û cilên li bendî xema dilan ma bûn

Xema dilane Amûdê, bibû girê zarokan

Gul û kulilk tev cilmisi bûn û bê deng mabûn

Tenê bilûra þivanan deng jê dihat..û binalîn

Digotin yarê ta kengî jîn bê te sar be

Gulê diguvaþtin da gula bihev din

Hewar ... hewar Amûdê xema dilan e û derd nayên hejmartin

Bi þewat deng ji bilûra þvanan dihat..xemgîn bû wê þevê

Sed xwezî listika yabo,  yadê, xezalê dirêj kiriba û dirêj kiriba

Û dawî lê nehata û neba þev û neba dojeh û beba qiyamet

De belkî siwarê minî bi xemil û xêl neba mêvan li ba melkemotê mirinê.