Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Kek Ebdulrehman, bo li Kurmancan dikî ferman!

 

Brayê biçûk lotikek li brayê mezin xist

 

Þîndar Berwarî-06/02/08-Dihok- Niha em bêjin hûnê dîsa xwe bixeyidînin û dijminatîya Lotikxanê bikin. Lê qardeþim, ji roja ku min xwe wek Kurd naskiriye, ev kakacanên me yên Silêmanîyê dijminatîya Kurmancî kirine û bi çavekî biçûk li Kurmancan nerîne. Li gora wan Kurd tenê Soran in û Kurdî jî tenê Soranîya (kekan û mekan) e. Yabo ka wê gotina (kan) ji Soranî derêxin, heger zimanekî bi navê Soranî ma ji xwe ez bi tiþtekî nizanim.

Meselen Kurdekan, zimanekan, elokekan, mirîþkekan, afretekan, mêrekan, qûndeyekan û wekî din. Yanî, ciwamêran gotina (kan) bi Kurmancî vekirine û jê re gotine (Soranî) wesselam.

Werhasil, dibêjin Wezîrê Perwerdeya Soranîstanê kak Dilþad Ebdulrehmanekan di hevpeyvînekê de Kurmancî wek xeter dîtiye û xwestiye ku hikûmeta Kurdistanê rojek berî rojekê vê xetera mezin ji holê rake û Soranî wek zimanê perwerdeyê têxe jiyanê. Birêzekanî Ebdulrehmanekan, xwendina Behdînî (Kurmancî) li bajarê Dihokê wek xeterek mezin dibîne û kama dilê xwe eþkere dike, li dij xwendina Kurmancî derdikeve.

Li ser bextê fesadên kolanên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin birêz Ebdulrehmanekan bikaranîna duzimanan ji netewayetîya Kurd re xeter dibîne û dibêje heger Kurmancî ranebe wê netewê Kurd têk biçe filan û jehr û ziqûm. Yanî, li gora cenabê kakayê me, netewê Kurd tenê Soran in û zimanê netewê Kurd jî Soranî ye.

Ez serê xwe û we neêþînim, ez jî bang li kak Ebdulrehmanekan dikim û dibêjim: Kaka, canekem, ruhekem, gurçikekem, werin em dev ji Kurmancî û Soranî berdin. Çareserîya herî maqûl ev e; werin em zimanê Lotikxanê bikin zimanê perwerdeyê! Bila ne þîþ biþewite û ne jî kebab. Zimanê Lotikxanê hem Kurdî ye û hem jî bingeha netewayetîyê ye. Na heger hûn vê jî qebûl nakin, wî çaxî zimanê Tirkên bêbav wek zimanê perwerdeyê bikarbînin. Çunkî, çawa be êdî dibistanên Fethûllah Gulenê qûnek zarokên we fêrî Tirkî dikin û didin bin dûvên we. Na ku hûn vê jî qebûl nekin, dîwarekî di navbera Silêmanîyê û Hewlêrê de lêkin, çend teyrên Soran jî deynin ser dîwêr da ku çûk û çivîkên Kurmancan nikaribin di ser dîwêr re bifirin.

Ma ev pêþniyaz ne maqûl in kaka! Naxwe ev çi kompleks û biçûkbûna Soran û Soranî ye? Hûn wek îmana xwe zanin ku ji %75ê Kurdan Kurmanc in û zimanê Lotikxanê bikartînin. Naxwe ev çi zirt û virta we û zimanê elokan e canekem!

Ez zanim min serê we êþand. Lê ezê kurt û Kurmancî biqusînim. Bi namûs min bi xwe tiþtek fêhm kiriye. Sed û yek Kurdistan ava bibin jî, talîya talî wê Soranekan dîsa bêjin „Xiyarê min!“   Yanî, wê ji Kurmancan re bêjin: „Xiyarê me tehl in, yan hûnê bixwin û yan jî hûnê di xwe kin!“ û xelasssssss!

Îcar Kurmanc arû û xiyarên wan dikin cacîq û dixwin yan naxwin xwedê zane! Di dawîya ayeta xwe de dibêjim: Her bijî kak Dilþad Ebdulrehman! Destên te û devê te sax bin! Heta em Kurmancên Behdînan ev xwelîliser bin û xwedî li Kurmancî dernekevin, wê kesên wek cenabê te her û her li me siwar bin ellawekîl!