Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Kurdistan çar perçe bû, kirin hezar û 10 perçe

 Dilþewat- 28/09/08- Baþûrê Kurdistanê-
Ez wek penabereki bakurê Kurdistanê li baþûr jiyan dikim. Li axa  dê û bav û kalên xwe penaber im, tiþtê ecêb. Li sala 90 û 91ê dema þerê xelîc, em li bakur xwedî li Kurdên baþûr (birayên xwe) derketin, me loqma devê xwe derxist da wan û em ne poþman in jî.

   Lê niha Kurdin me yê vira li dewsa ku bêjin Kurdistan, dibêjin pereeeee! Li dewsa ku bêjin Kurd, dibêjin dolarrrrrrr! Li dewsa ku bêjin dewlet, dibêjin eurooooooo! Li dewsa ku bêjin netew, dibêjin zêrrrrrrrrr û neft! Li dewsa ku bêjin bratî, dibêjin jehr û ziqûmmmm!

   Werhasilî kelam, tiþtê ku dijmin nakin, Kurd dikin ellawekîl. Kurdistan xistin hezar û 10 perçe.


Gelên vira jî birsî ye, tenê mesûlekan dewlemend in, yanî þevek xwarina mesûlekan 5 hezar dolar in.

Dil ji bo Kurdistanê tê avêtin ne ji bo pere. Niha dilê min jî birîndar e.

Bi rastî wiha dom bike ferqa me û Sedam namîne. Mele Mistefayê nemir Kurdistan diparast, lê mixabin toximê niha Kurdistanê peremperçe dikin.


Wekî din li Kurdên Îranê, Kurdên Sûriyê û Kurdên Turkiyê bi çavekî nebaþ temaþe dikin. Endamên asayiþên vira dibêjin herin „Kurdistana xwe azad bikin xwelî li ser“ û Kurdistanê cuda û perçe dikin, nîfaqê dixin navbera Kurdan. Bi kurt û Kurmancî em li vir wek Turka nego „sömürüliyoruz“. Yanî, em di welatê xwe de bindest û pîkol in. Heçê bawer neke bila ji kerema xwe bê rewþa me bibîne.

Derd û kulên me pir in wesselam.
 

Kêr gihîþt hestî!!!

Bi xwedê û bi telaqê bê fitîl,  bi gora Piþo Meheme, heger Kurd bibe xwediyê dewlet, dê hevdu bi saxî bixwunnnnnnnnnnn!!!!  Ya rebî ya star. Kes xelet fêm neke, ne ku ez ne bêbawer im lê pratîk, emel  û rastî li ortê ye.
Ji bo min xizmetkirina ji bo Kurdistanê her roj berdewam e

Dilþewat- 28/09/08- Baþûrê Kurdistanê