Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

             

Dîsa þivantî

Cembelîyê Botî-05/01/08/Colemerg-

Berî teqereqên li bakûrê Kurdistanê destpêbikin, li Hekarya hinek malbat hebûn ku xwediyê 3000 pezî bûn. Bi xwe li gundan kesên ku ji 60-70 kêmtir xwedan pez bûn tunebûn. Rûn, nîviþk, penîr û goþtê pez  diçû Iraq, Îran, Sûrîyê û heta beþek jê diçû Heleb û Erebistana Siûdî jî. Lewre jî xelkê Hekarya di wan deman de dernediketin derveyî bajêr, herweha çandinî jî nedikirin.

Lê ku bi destê PKK þer hat destpêkirin, bi hinceta alîkarî ji PKKê re kirinê, dewleta Tirko ya zalim  û bêwijdan ew kerîyên pez bombebaran kirin. Gund bi zorê vala kirin. Pezên nehatî kuþtî jî, an bi bihayek pir erzan hatin firotin, an jî  ji birçîyan telef bûn. Di wan deman de bazara goþt ya rojhilata navîn di destê ticarên Kurd û Tirk de bû. Lê niha Tirk ji Neuzêland û ji Ewropa goþt dikirin, an jî goþtê pezên bi xurekê sunî û kîmyewî dixwin. Li mintiqa Hekarya û Wanê piranîya xelkê pezê xwe ji Kurdên Îranê dikirin.

Ji ber hindê Tirkan qanûnek derxistiye ku hemû bez û heywanên goþt jê tê, qeyitkirî ne. Û her yekê kaxezek mohrkirî di guh an jî di stuhê  wê de ye.  Niha jî dewleta Tirko dixwaze di bin navê “ ji nûve geþkirina xwedîkirina pez û girtina pêþîya bêkarîyê“ di govan de pezan bi xurekên kimyewî dide xwedîkirin. Bi vî awayî dixwaze nexweþîyan bêxe  canê Kurdan û bi vî rengî jî hinek Kurdan bikûje.

Îcar Kurdîno! Ji zirîetê pez, ji banqa zirietê jî paran bistînin. Heke hûn biþên pezên xwe bi giya û çûlûyan xwedî bikin, bila pare jî ji we re bimînin. Goþtê wî jî bidin Kurdan... nedin Tirkan. Heke hûn neçar man, pez bi xurekên kimyewî xwedî bikin. Wî çaxî bifroþin Tirkan, bila ew pê nexweþ bikevin û bimrin. Wan bêxin çala wan bi xwe kolayî . Bi vî rengî Lotiken þehrezayî li wan xwînxwaran xin û hûn sax! Hema ji kîjan hêlê de lotik û pehîn li Tirkan kevin her ji Kurdan re xêr e ellawekîl!