Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Þikir bikin ku goþtê insanan nadin we!

 

Fehmîyê Garson-12/09/07-Antalya- Di pîþesazîya aþxane û þixulandina otelan de tiþtên kesanedî, serpêhatîyên ecêb çêdibin. Hema bêjin di piranîya aþxaneyan de xwarinên kufikgirtî, goþtê xerabe û dermanên rengîn bikartînin û qûnê li miþterîyên xwe diqetînin.

   Ji xwe li bajarên tûrîstîk ev bûyer bê hed û bê hesab in. Meselen; li gellek otelên bajarê Antalyayê, goþtê berêz wek goþtê golik didin xwarin. Ev sextekarî li otelên seranserê Tirkiyê pêk tên.

 

   Werhasil, dibêjin garsonekî telefonî nivîskarê rojnama Yenî Þafaqê Bekîr Hazar kiriye û gotiye: “ Ez di otelekê de dixebitim, ezabê wîjdên dikþînim. Em di þûna goþtê golik de goþtê berêz didin miþterîyên xwe” filan û bêvan.

 

    Îcar miþterîyekî otelekê jî bi vê meselê hisyaye û gotiye:”Þikir ji Xwedê re, þikir go di þûna goþtê berêz de goþtê insanan nedane me. Ma go di þûna goþtê berêz de goþtê mirîyên nava mezelan bidana me meyê çi gû bixwara bavo, wey!” û eþheda xwe anîye.

 

   Werhasilî kelam, heger hûn li Tirkiyê çûn otelekê, xwarin û vexwarina xwe bi xwe re bibin. Tûrik û xurçikên xwe tije xwarin û vexwarin bikin ku Tirk di þûna xwarinê de rîxê û di þûna vexwarinê de jî mîzê nedin we!