Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 

Ma Mahmîd bê xweyî ye?

Doxînsistê Torî- 25/12/08- Kurdistan-

 

Rojekê li Cizirê mirovekî televizyona xwe bir ser tamîrê. Hostê feqîrê televîzyonê dît ku di nîvê camê de kunek heye. Bi meraqdarî ji xwedî pirsî: "Xwedêkî televîzyona te çima holê lê hatiye?"

Zilam dike nake ji wî re nabêje. Dawî hingî hosta gelekî li ber dixe, xwediyê televîzyonê dibêjê:

"Heyran wele duhî min fekirê (lê nerî) min dît ku Mahmîd Alinak hat ser televîzyonê. Wî hêj li meclîsa Enqerê axaftina xwe neqedandibû, min fekir ku êrîþî wî kirin ku wî ji ser kursî daxin xwarê. Min jî hew xwe girt min got ma Mahmîd bê xweyî ye? û destê xwe avêt demançê û ha va ye tu dibînî televîzyon di nîvî re kun bûye."

 

 

 

 

Kalo û qomûtan

 

Doxînsistê Torî- 21/12/08- Kurdistan-

Rojekê li gundekî Farqînê kalek û jina wî pîr hebû. Kurekî wan hebû ew jî derketibû çiya. Qomûtanê gund bi çûna kurê wanî çiyê dizanîbû û mehne li kalo û pîrê dikirin.
Çend caran girtibû ser mala wan û ew dabûn êþkenceyê jî, lê belê qomûtan tiþtek ne ji kalo û ne jî ji pîrê fêhm nekiribû.


Gava qomûtan aciz dibû digot eskerên xwe, "kalo bînin lan!"
Eskeran kalo dianîn û qomûtan bi êþkencê pirs lê dibarandin.
Dawiya dawî qomûtan êdî serê xwe bi kalo re didît.
Ji ber êþkenceyan hal di kalo de nehiþtibû û feqîro gelekî aciz kiribû.

Rojekê ji rojan piþtî ku qomûtan ji pirsan re tu bersiv nestandibû, ji qehra ji kalo pirsîbû: "Soyle lan, çabûk sen hangî takimi tûtûyorsun?" (Bêje, zû tu kîjan taximî digirî?"

Kalo tiþt ji vê pirsê fêhm nekiribû. Di dilê xwe de digot: "Vêca ev çi ye? Kuro lawo vêca taxim çi quzulqurtin gidî!?"

Qomûtan dîsa bi hêrs, bi bire bir û qerebalix bi ser kalo ve hildibe û jê dipirsê: "Çabûk soyle diyorum sana, Fenerbahçe mî yoksa Galatasaray mý? Hangî takimi tûtûyorsun?" (Bêje, zû dibêjim ji te re, tu kîjan taximî digirî, Fenerbaxçe an Galatasaray?)

Kalo dîsa di dilê xwe de dibêje: "Xwedêyo ev çi ne? Fenirbaxçik û Geletasera çi ne!?
 Lawo bi þeref evî belqitîmayî ji siba Xwedê ve heleka me aniye. Hema ez ê navekî bêjim û xwe jê xelas bikim."

Û hema Kalo bi dengekî bilind ku qomûtan bela xwe jê veke dibêje: "Geletesera!!" û bêhna xwe vedike.

Lê ma kaaa qomûtan pîç kurê ewladê zinê ye,  jixwe lê li mehna digere, bela xwe ji kalo venake û dîsa jê dipirse:

"Soyle þimdi Tanjû Çolak'ý niye sattýnýz?" (De ka bêje we çima Tanjû Çolak firot?)

Kalo li xwe heyirî dimîne, da ku ji zextên qomûtanê xwe zû xelas bike dibêje: "Faqîrlixtan" (Ji feqîrî..!)

 

 

 

 

Ez dibêm DTP jî lotikek heq kir                                                   

 

Doxînsistê Torî- 21/12/08-Qoser- Malxerabino, ma hûn ji bo çi ne?
Lawo vêca de ka were û nebeice ey hewar!


Ev malmîratên hanê ma qet tu têkiliya wan bi zimanê Kurdî re tuneye?
Ma qey evqas çalakîyên ku  ji alî þaredarî û dezgehên din ve hatin li dar xistin, ma qey qet pozê wan na þewite?


De ka li belavoka ku li Qoserê ji aliyê camêrekî ve hatiye belav kirin binerin..
Ji ber van þaþîtî û xeletiyan mala we neava!


Lawo tu dibêji qey hunermendekî mehellî qasêtek derxistiye. Na wele ew camêrên mehellî jî hew þaþîtiyên bi vî rengî dikin, wîî!


Ew jî bi aqil bûn e.


De ka li vê belavoka ku DTP belav kiriye binerin. Yaho heke enstîtuyên Kurdî nebûya, eger internet nebûya, ma kuro lawo tu camêrên TZP jî tune bûn baba, waweylê!


Weytî weytî weytî, xwelî li serê me be û hew!