<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ehmedê me ket serê govendê

Ehmed Beyan- 21/07/08-Enqere- Belê, duyemîn kongra asayî a partîya me DTP çêbû û govend gerya. Di govendê de Ehmedê me, yanî Ehmedê mala Sîno govendek xweþ gerand, destmal ji destê tevan derxist û ket serê govendê. Yanî bû serokê DTP.

   Hinek nivîskarên me di hinek malperan de dibêjin:”Wille, bille û tille PKK çû lingê Ehmed Tirk”. Yanî, lingên wî maç kirin. Hinek dibêjin:”Ox beeee, serê hefsêr ji destê Teyrên Baz derket û ket destê kevokê”.

   Û hinek wek min jî dibêjin:”Kî serê govendê bikþîne ferq nake, mesele ew e ka govend xweþ tê gerandin, govendgêr xweþ dilîzin yan na”. Yanî bi gotinek din: “Ka ewê wek folklora Komkarê di festîwalên Ewrûpayê de bibin yekemîn û xelatê bigrin yan na”.  Yanî, ji gotin û welwelê wêdetir pratîk û emelê insên girîng e.

Her kes kare gotinên þahîk, nermik û germik bêje, çawa be ziman ê hestî ye. Lê ku ew gotinên xweþ di jiyanê de bûn lotik û li serê dewletê ketin, aha wî çaxî dibin xwedî wate û mane.

   De neyse, berî ez govend û þahîyê xira bikim, ez serketinê ji Ehmedê me re dixwazim û hûn sax! Yan na, dîsa emê têkevin nav çîrok û lîztika siyasetê û dilê hev bihêlin.

Kî çûbe lingê kê, kê kevirên satrancê li gora xwe rêz kiribin ji min re hêç e. Bes ku DTP Kurdewar be, Kurdayetîyê bike û neyê lîztika Kemalîstên Kurd û Tirk. Xelas!