Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Wey aferîn Dûran Yoldaþ!
Gerîllayê Bênav-11/09/07-Mexmûr- Li ser bextê rojnama Ozgur Gundemê be, dibêjin endamê rêvebirîya KCK Dûran Kalkan di derbarê makzagona nû de dîtinên xwe anîye zimên û çend lotikên xweþ avêtine dewleta virqo.
Dibêjin Kalkan 5 þert û þirût danîne ber makzagona nû û gotiye:“Ev makzagona nû makzagonek demokrasîya bê Kurd e“ û lotikek li hikûmeta AKP xistiye. Yoldaþ Dûran Kalkan van 5 þertên man û nemanê ji himûmeta virqo dixwaze, divê:
1- Nasnama Kurd bê naskirin, di makzagonê de cîh bigre û têkeve bin ewlekarîya makzagonê
2- Bi Kurdî perwerde bê kirin
3- Maf ji Kurdan re bê dayîn ku karibin bi nasnama xwe xwe bihûnin û siyasetê bikin
4- Desthilatdarîyên herêmî bên xurtkirin
5- Astengîyên li ber pêþketina çand û kultura Kurdî bên rakirin û pêþketina kulturî bê destekkirin
Werhasilî kelam, Dûran yoldaþ daxwazên maqûl ji dewleta virqo kirine. Bi telaq em jî bi van daxwazan re û hew! Lê xwezî Dûran yoldaþ berê hînî Kurdî bibûya, perwerda Kurdî di nav gerîlla de daba destpêkirin û piþtre doz li xelkê bikira!
Niha go Kasimpaþali Receb rabe bêje:“Yaw qardeþim, tu bixwe bi Tirkî diaxivi, Kurdî nizani û tu radibi doza perwerda Kurdî li me diki, ma ev karê aqilaye cîgerim!“ emê bêjin çi hê, wîî!?